‘xweparastin bi naskirina xwe, axa xwe û heskirina civaka xwe dibe’

17:07

 


JINHA


AMED – Êzidiyên li bakurê Kurdistanê dijî ji bo pêkanîna meclîsên xwe civînek pêkanîn û di dawiyê de encamnameya civîna xwe bi rayagiştî re par kirin. Encamname ji aliyê Federasyona Êzdiyên Ewropayê Dr. Leyla Ferman ve hat xwendin. Leyla got: “Civakek bê rêxistin wê her tim di xeteriyê de bijî. Xweparastin bi bawerî, naskirina xwe û axa xwe, û hezkirina civaka xwe destpê dike. Jiyaneke azad tenê bi rêxistinî dibe. Emê Êzidî êdî bi rêxistin bibin û bibin parçeyek zindi yê Kurdistanê”


Êzidiyên li bakurê Kurdistanê dijî ji bo pêkanîna meclîsên xwe li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê civîn li dar xist. Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropayê Dr. Leyla Ferman, Endamên Dîwana Serokatiya KCD’ê Feleknas Uca û Seydî Firat, êzidiyên ji Êlih, Wêranşar, Mêrdîn û Amedê hatine beşdarî civînê bûn. Li salona civînê wêneyê Melekê Tawuz, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankarta “Fernman ne qeder e, xwe parastin mafê xwezayî ye” hatin daliqandin. Civînê bi avakirina dîwanê û rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Civînê ji çapemeniyê re giştî berdewam kir û di dawiyê de encamnameya xwe bi raya giştî re par kirin. Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropayê Dr. Leyla Ferman encamnameya civînê xwend. Leyla diyar kir ku civakek bê rêxistin wê her tim di xeteriyê de bijî,  xweparastin bi bawerî, naskirina xwe û axa xwe, û hezkirina civaka xwe dest pê dike, jiyaneke azad tenê bi rêxistinî dibe.


Leyla wiha berdewam kir: “Emê Êzidî êdî bi rêxistin bibin û bibin parçeyek zindî yê Kurdistanê. Ev bû demek Êzidiyên Bakurê Kurdistanê amadekariyên avakirina Meclîsa xwe dikin. Xebat gihaştin asta îlankirina Meclîsê. 18’ê Çileya 2015’an em li Amedê kom bûn. Meclîsa me ji 29 mirovan pêk tê ku ji heremên cuda yên Bakurê Kurdistanê ne.


Bi hezaran jin û keçen Êzidî iro di destên çeteyan de ne û tên firotin


 Raya giştî bê dizane ku 3’ê Tebaxa 2014’an hemberî gelê Şengal fermaneke giran ji aliyê çeteyên DAIŞ hat meşandin û hê dimeşe. Ji hezaran Êzidî hatin qetil kirin, bi sed hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûne. Bi hezaran jin û keçen Êzidî iro di destên çeteyan de ne û tên firotin. Em dizanin ku êrîşa Şengalê ya di dîroka me de ya herî mezin û giran e, ne tenê çeteyên DAIŞ berpirsyarin, lê bele hemû hêzên ku alîkarî didin. Ji bo xwedîderketineke mezin bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê em spasdariya hemû gelê xwe û hemû berpirsyarên wargehên Şengaliyan dikin. 


Em piştgiriyê didin hemû saziyên Şengalê


Ji ber ku ziyaretên mezin wek Ziyareta Çilmêra û Ziyareta Şerfedîn li Şengalê ne û ji ber ku hejmara Êzidiyan yên herî zede li Şengalê dijîn, hebûn an tinebûna Şengal tê maneya hebûn an tinebûna Êzidiyan û bi vê tê maneya hebûn an tinebûna dewlemendiya û yekîtiya Kurd û Kurdistanê. Em bang li hemû Êzidiyan dikin li axa xwe ya pîroz li Şengalê xwedî derkevin. Em piştgiriyê didin hemû saziyên Şengalê ku parastina ol, axa xwe û hebûna xwe dikin.


Em bi dilekî germ parastinên Şengalê û Kobanê, têkoşîna ji bo jiyaneke azad û bi taybetî avakirina Meclîsa Şengalê ya demkî pîroz û silav dikin û bejna xwe li ber hemû şervanên azadiyê û hemû şehîdan ditewînin. Civakek bê rêxistin wê her tim di xeteriyê de bijî. Xweparastin bi bawerî, naskirina xwe û axa xwe, û hezkirina civaka xwe destpê dike. Jiyaneke azad tenê bi rêxistinî dibe. Em Êzidî êdî bi rêxistinî bibin parçeyekî zindî yê Kurdistanê.


Banga me li raya giştî û hemû saziyên nawneteweyî ew e ku piştgiriyê bidin jiyaneke Azad: Wek prensibek demokrasî û xwezayî bila hemû saziyên me, meclîsên me û banga me ya ji bo jiyaneke xweser destek bidin. Parastin û Meclîs parçeyên esasî ne. Wekî din em bang li raya giştî dikin, alikariya humaniter bê şert û behndan amade bikin. Divê Femana 73’yemîn a li hemberî Êzidiyan wek Ferman di raya giştî û nawneteweyî de bê qebûl û îlankirin.


Ji bo Êzidiyên ku îro li Ewropayê û bi giştî dervahî welat dijîn banga me ew e ku piştgiriyê bidin hemû saziyên me li welat. Da ku em karibin ol û çanda xwe biparêzin, bila ev vegerin ser axa xwe ya pîroz.


Em carek din spasdariya xwe ji bo nameya ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan ji bo civaka Êzidî şandibû dikin. Êzidî di çarçoveya tevgera azadiya gelên Kurdistanê bûn parçeyekî vê axa piroz. Em hêviya azadiya Birêz Ocalan dikin.


Destûr  rêbazên kar û xebat


Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê ji 29 kesan pêk tê. Bi hindikayî 40% jin in. Endam ji heremên cuda yê Bakurê Kurdistanê ne. Ev 29 endam ji aliyê komîsyonên Êzidiyan yên herêmî serê salê tên delegekirin û ji bo salekê xizmeta civaka xwe dikin.


Bingeha Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê sê komîsyonên heremî ne: a) Wêranşar, b) Êlih û Amed, c) Mêrdîn. Nûnertiya her gundê Êzidiyan di nav van komîsyonan de tê kirin. 


Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê di heman demê de dibin endamê KCD’ê. Her wiha Meclîsa Êzidiyen Bakurê Kurdistanê yên têkîliyên xwe bi Federasyona Komelên Êzidiyan li Ewropayê xurt bike, û ev Federasyon wê bi her awayî alîkarî bide.


Ji bo koordînasyona kar û xebata Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê heta bihara 2015’an li Amedê ofîsa koordînasyonê tê vekirin.


Her 3 komîsyonên heremî her dawiya mehê civînên xwe yên hevbeş li dar dixin. Her sersal plansaziya xwe ya salê dikin. 


Endamên Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê her 3 meh civîna xwe li dar dixe. Rêveberî cihê civînê zelal dike.  


Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê ji 5 komîsyonan pêk tê: Civak û Teknîkî, Ol û Ziyaret, Jin, Şengal, Hiqûq û Pirsgirêkên Erd û Gundên Êzidiyan   


Her komîsyon berdevkek hildibijêre;


Rêveberiya Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê ji 6 kesan pêk tê: 5 berdevkên komîsyonan û nûnereke Federasyona Komelên Êzidiyan.


Meclîsa me ji bo gelê me yê ji Başûrê Kurdistanê (Şengal, Welat Şex) vekiriye.


Cejnên Êzidiyan wê bi tevahî bên pîrozkirin. Rojên Fermanan wê bên şermezarkirin û kesên şehîd tên bibîranîn.


 Meclîsa Êzidiyên Bakurê Kurdistanê dikare di civînên xwe de rêbazên kar û xebat biguherîne.”


 (zt)