Li Kerkukê erdhej pêkhat
08:30
JINHA
KERKUK - Îro bi pileya 3.4 erdehejek li bajarê Kerkûkê û derdora wê çêbû. Di derdhejê de ti zerer û ziyana can û mal çênebûn.
Rêveberya Gişti ya Meterolojî û Erdhejan a Herêma Federala Kurdistanê derbarê erdheja li Kerkukê de ev agahî da: “Roja 19.01.2015’an saet 03.22’an li gor saeta Hewlêrê erdehejek bi pileya 3.4 û li gor pîvana rechter li sînorê Kerkukê çêbû. Erdehj li navçeya Çemçemal ya 38 kîlometre dûrî navenda Kerkukê çêbû. Erdhej ji cihê ku çêbûye 31 kîlometre derdorê xwe bandor kiriye û bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêkhatiye.”
Di encama erdehejê de ti zerer û ziyanek çênebûye.
(zt)

