Şervîn Cûdî: Jina bê nasname civaka bê nasnameye
09:38
Perwîn Xelîl/JINHA
AMÛDÊ – Rêxistina jinên Rojava Yekîtiya Star 10 sal li pê xwe hişt. Ji Koordînasyona Rêxistina Jinên Rojava Yekîtiya Star Şervîn Cûdî diyar kir ku bi hezaran jin li Rojava xwe bi rêxistin dikin û li şoreşa jinê ya li Rojava bilind dibe xwedî derdikevin û got: “Rêxistinbûn jî nasnameyeke.”
Di 15'ê çileya sala 2005'an de Rêxistina Yekîtiya Star li Rojava hat damezrandin. Din ava 10 salan de rêxistina Yakîtiya Star di nava jinan de gelek xebat kirine û jin di nava saziyan de birêxistinkiriye. Yekîtiya Star di asta xebatên jinan û dengvedana dengê jinê di nava cîhanê de Ji Koordînasyona Rêxistina Jinên Rojava Yekîtiya Star Şervîn Cûdî girêdayî 10’emîn salvegera avakirina Yekîtiya Star ji Ajansa me ya JINHA'yê re axivî û nirxandinên giring kir.
'Navendên xweser yên jinan ji pirsgirêkan re bûn bersiv'
Şervîn diyar kir ku jinên Rojava bi rengê xebata xwe ya xweser ji jinan re pêşengiyê dikin û got: "Îro em 10'emîn salvegera rêxistina xwe Yekîtiya Star pîroz dikin. Em weke jin di nava Yekîtiya Star de xebatên me bêhtir di nava civakê de bi rêxistinbûne. Ji ber ku em di nava civakê de bûne xwedî nasname. Ev nasnameya ku îro em li Rojava pê tên naskirin bi saya keda Rêberê Gelê Kurd e. Ji ber ku Rêber Apo em weke jin kirin îrade, em dikarin bibêjin ku em weke jin di nava Rojava de bûne xwedî nasnameyek leşkerî, civakî û jinan xwe di hemû milan de rêxistinkirin.''
‘Jin bi xebatên xwe gihiştine asta avakirina komînên xweser’
Şervîn di derbarê vekirina navendên jinan û asta qebûlkirina navendên jin jî wiha anî ziman: ''Di nava Rojava de ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan gelek saziyên weke Mala Jinan, Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan û Navendên Yekîtiya Star hatin vekirin. Navendên jinan deriyê xwe ji hemû jinan re vekirine û hewil didin ji bo pirsgirêkên wan bibin bersiv.'' Şervîn da zanîn ku jinên di nava her saziyan de rola xwe dilîzin, pergala hevserokatiyê dixin meryetê û wiha dewam kir: "Em dikarin bibêjin jin bi xebatên xwe gihiştine asta avakirina komînên xweser û bi hezaran jin tevlî vê pergalê dibin. Her devera jin cihê xwe din av de nagire rêxistana wê lewaz e.''
'Jin bi avakirina komînan xwe îfade dikin'
Şervîn di axaftina xwe de girîngiya vê demê destnîşan kir û wiha domand: ''Tişta herî girîng di vê dema em niha têde jiyan dikin ji bo her jinekê xwe, di aliyê xwe rêxistinkirinê de giringe. Li hemû bajaran me komînên taybet yên jinan avakir. Ji ber ku jinan di nava komînan de pêwîstiyên xwe pêkanîn û xwe di wir de îfadekir. Bi sedan jin tevlî wan komînan bûn.''
'Bi fedayetiya jina Kurd bû sembol'
Derbarê dengvdana dengê berxwedan û tekoşîna jinan tayîbetî jî a şeravanên YPJ'ê de jî Şervîn wiha peyivî: ''Roja îro berxwedana jina Kurd dide meşandin di her qadê de taybet jî di çeperên şer de, hîşt ku herkes wan weke sembol bipejirînin. Jinên Kurd xwe îsbatkirin. Bi berxwedana YPJ'ê û fedayetiya Arîn Mîrxan, Destan, Jiyan û Bêrîtan hîşt ku jinên cîhanê wan ji bo xwe bikin pêşeng. Di cîhanê de tu carî kesî fedayetî û berxwedana weke ya jinên Kurd nekiriye, ev rastî ji bo herkesê hatiye diyar kirin.''
'Nasnameya jinê îradeya jinê ye'
Şervîn di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û wiha pêdeçû: ''Em weke Rêxistina Yekîtiya Star dengê xwe dighînin hemû jinên ereb, ermenî, xiristiyan, keldan û bi taybetî jî jinên Kurd yên ku hêjî xwe rêxistin nekirine, serlêdana Yekîtiya Star bikin, xwe rêxistin bikin û bibin xwedî îrade da ku tu carî pergala desthilatdarya baviksalariyê nikaribe desthilatdariya xwe ser jinê ferz bike. Rêxistinbûyîn nasnameye, ji ber wê her jineke bê nasname tê wê wateyê ku civaka wê bê nasnameye. Ji bo vê pêwîste her jinek xwedî li nasnameya xwe derkeve.''
(px/zt)

