'Bi keça xwe ya 4 mehî ez ê biçim tevlî YPJ'ê bibim'

09:43

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necarman cih û warê xwe bi terikînin û hatin li bakurê Kurdistanê dibin şert û mercên herî zehmet de bijîn.Welatiyên di destpêkê de li wargeha AFAD'ê dimînin dixwazin bi awayek demildest vegerin welatê xwe. Welatiya bi navê Nejla Îbo (18) da zanîn ku hevserê wê di nav refên YPG'ê de welatê xwe diparêze, ew û keça xwe Vîyan a 4 mehî hatiye Pirsûsê û wiha got: "Ez û keça xwe jî em ê biçin Kobanê û di nav şervanên YPJ'ê de welatê xwe biparêzim."

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necarman cih û warê xwe biterikînin û hatin li bakurê Kurdistanê dibin şert û mercên herî zehmet de bijîn.Welatiyên di destpêkê de li wargeha AFAD'ê dimînin dixwazin bi awayek demildest vegerin welatê xwe. Welatiyên di wargehên AFAD'ê dimînin ji ber feraseta dewletê û rêveberan bi gilîne. Welatiyên Kobanê anîn ziman ku di wargehên wan da wek girtiyan dimînin û derdora wan ji leşkeran hatiye dorpêçkirin. Welatiya bi navê Hawa Berawat (51) diyar kir ku xwe bi zorê ji destên çeteyan xelas kiriye û dema di deriyê sînor derbas bûye jî rastî êrîşê dewleta tirk hatiye.

'Heya YPG/YPJ'e hebe kes nikare bikeve welatê me'

Hawa da zanîn ku dema ku ew ji Kobanê veqetiya bi girî hatiye û bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê bi bawer e. Hawa destnîşan kir ku heya YPG/YPJ'e hebe kes nikare bikeve welatê me. Hawa anî ziman ku vekirina derî jî ne bi keyfa dewleta tirk hatiye vekirin û wiha got: "Dema em di deriyê sînor de hatin, leşkerên Erdogan êrîşî me kirin. Bi berxwedana hevala û welatiyên Kobanê me derî vekrin. Ji ber ku DAIŞ'ê em ne kuştin, dewleta tirk jî em bi saetan li ber sînor hiştin. Ji ber ku cîh di konên hevalan de ne ma bû em neçar man û em hatin wargehên AFAD'ê. Keçên me ji aliyê çetayan ve tên qetilkirin. Keçê min di nav YPJ'ê de tune ye lê kurê min heye. Keçê me di şoreşa Rojava de mînaka berxwedanê ye, ez bejana xwe li ber wan ditewînim. Ez hêvîdarim ku bi berxwedana şervanên YPJ'ê em ê Kobanê rizgar bikin."

Welatiya bi navê Nejla Îbo (18) da zanîn ku hevserê wê di nav refên YPG'ê de welatê xwe diparêze, ew û keça xwe Vîyan a 4 mehî hatiye Pirsûsê û wiha got: "Ez û keça xwe jî em ê biçin Kobanê û di nav şervanên YPJ'ê de welatê xwe bi parêzim Ez bi keça xwe re hatime vir tu kesê min li vir tuneye. Eger keça min Viyan tuneba ez qet ne dihatim vir. Dîsa jî ez dxwazim vegerim Kobanê û di nav eniyên hevalan debim. Em li ser axa xwe hatin girtin. Dewletê em xistin dibin destê xwe. Keç û xortên me gelek jê ketin destên dewletê û destên xwe li ber wan vedikin. Bila ciwanên me biçin Kobanê û welatê xwe li hemberî çeteyên DAIŞ'ê biparêzin. Dema ne dema rûniştinê ye. Divê gelê me yê Kobanê hemû biçin welatên xwe. Êdî şervanên me ber bi rizgariyê diçin."

(kom/zt)