Zarokên Kobanê hestên xwe bi stranan tînin ziman
10:00
JINHA
RIHA - Zarokên Kobanê yên ku di nava konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatine vekirin dimînin hesreta xwe ya li hemberî Kobanê bi stranan tînin ziman.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikînin û hatin Pirsûsê bi cih bûn. Zarokên Kobanê yên di konbajaran de di şert û mercên herî zehmet de dijîn hêvî û hesreta xwe ya li hemberî Kobanê bi stranan tînin ziman. Zarokên di konbajarê Şehîd Gelhat de dimînin Berfîn Fawaz û Murad Hêwî, Hogir Îzedîn, zarokên di konbajarê Arîn Mîrkanê de yên bi navê Hilava Temo û Cala Temo ji bo Kobanê stranên xwe bi me re parvekirin.
Ji bo şervanên YPG/YPJ’ê stran
Hîlava Temo (14) got ku dema ku li Kobanê di koma stranan ya Miştenûr de cih digirt û di konbajarê Arîn Mîrkanê de jî koma Şehîd Şîlan de xebatên xwe dimeşîne û strana bi navê ‘Xeribî zore welato’ ji bo Kobanê nivîsandiye. Di nava strana xwe de Hîlava hestên xwe yên li hemberî welatê xwe wiha anî ziman: “ Çol û mêrgan ez ketim/ bang dikim ez, qêrîn dikim, bêriya dikim welato xeribî zore.” Cala Temo (11) jî got ku li Kobanê di nava Koma Şehîd Dewrêş Mîran de cih digirt û di nava konbajarê Arîn Mîrkan de jî koma Şehîd Şîlan de cih digire û ji bo hemû şervanên YPG/YPJ’ê stranek û helbestê dixwîne.
Min helbest ji bo welatê xwe nivîsandiye
Zarokên bi navê Berfîn Fawaz (10) û Murad Hêwî (10) di nava konbajarê Şehîd gelhat de dimînin stranek bi dengê xwe yê xweş sitranek gotin. Hogir Îzedîn (17) jî helbestek amadekeriye û di nava helbesta xwe de hestên xwe yên li hemberî welat tîne ziman û bangawaziyê li dayika xwe dike. Hogir helbesta xwe bi van gotina dawî dike: “Dayê ev çi can e? / Girî ji me ne dermane/ Eger girî ji me re derman ba/ Kurdistan dê bi xwe ava biba.”
(kom/zt)
