Dê Ciwan di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de bicivin
11:22
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED – Ciwanên Rojhilata Navîn dê bi hev re pêşeroja erdnîgariyê binirxînin û ji bo avakirina sazumaniyek ya tekoşîna hevbeş dê di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de bên bahev. Konferansa ku dê li Amedê bê li darxistin dê ciwanên ji gel û baweriyên cuda dibin sernava ‘Di Rojhilata Navîn de jinbûn’ de dê pêşerojê bi hev re bigirin dest.
Ciwanên ji gel û baweriyên cuda; dê ji bo nirxandina pêşeroja erdnîgariyê û avakirina sazumaniya tekoşîna hevbeş 1’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn pêkbînin. Dê hema hema ji hemû welatan delege beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin. Dê ji gelek welatên Rojhilata Navîn ciwan beşdarî konferansê bibin. Ji bo rêxistinên ciwanan yên 15 welatan vexwendinameyên konferansê hatine şandin. Dê konferans di 20,21, 22 yê sibatê de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bê lidarxistin.
Konferans bi sernava “Di Rojhilata Navîn de jinbûn” bê li darxistin. Girêdayî konferansê Endama Navenda Ciwanên Kongra Civaka Demokratîk Songul Aşila nirxandinên giring kir û got: “Ji bo me yek ji xalên giring jî xala jinane.” Songul diyar kir k udi sê rojên konferansê de dê bi şev jî çalakiyên çanda rojhilat bidin pêş lidarbixin.
‘Dê bandorên kaputalîzmê bên nirxandin’
Songul balkişand ser giringiya lidarxistina kongeransê û wiha domand: “Despêkê pirjeyên qirêj yên bi destê hêzên hindir û derve yên ser Rojhilata Navîn dêbinê nirxandin. Rojhilata Navîn cihek di aliyê aborî û erdnîgariyê de gelek giringe. Ji dîrokê heya niha ji mirovahiyê re dergoşî kiriye. Ji ber wê jî hêzên derve her dem bi çavbiçîbûnekê êrîşî ser dikin. Ji ber wê jî bi salane hêzên derve ser erdnîgariya Rojhilata Navîn projeyan derdixin û rêbazan bi kartînin. Emê jî weke ciwanên Rojhilata Navîn bênbahev û van mijaran binirxînin. Her wiha emê gelek mijarên weke sedemên êrîşên hêzên derve ser Rojhilata Navîn, sedemên avabûna dewleta netew û li ser vê erdnîgariyê rolê jinan binirxînin. Bi tayîbetî jî emê bandorên kaputalîzmê ser ciwanan binirxînin û encaman jêderxînin.”
Ji 15 welatan cihan hatine vexwendin
Songul da zanîn ku ew dê piştî konferansê xebatek hevbeş bidin pêşiya xwe. Songul anî ziman ku wan ji bo rêxistinên ciwanan yên 15 welatan vexwendiname şandine. Songul bilêv kir ku dê pilanên hegomonik yên ser ciwanên Rojchilata Navîn valaderxin û wiha berdewam kir: “Di konferansa me de dê weke sernavek cuda ‘Di Rojhilata Navîn de jinbûn’ bê nirxandin. Di Rojhilata Navîn de jiyanek girêdayî jinan, baviksalarî û li hemberî wê jî jiyanek ya azadiya jinan heye.”
Di konferansê de dê ser ‘Di Rojhilata Navîn de jinbûn’ bê nirxandin
Songul derbirî ku dê yek ji mijarên konferansê yên herî giring jî nirxandinên ser mijara ‘Di Rojhilata Navîn de jinbûn’ ê be û wiha dom kir: “Di Rojhilata Navîn de yek ji xalên giring ku divê nirxandin ser bên kirin jî xala jinane. Bi despêkirina pergala deshilatiya mêran re êrîşên ser jinan despêkirin û jin ji rolê xwe yê dîrokî hat bê bandor kirin û xistin. Bi ketina jinê re Rojhilata Navîn ket ango mirovahî hat tunekirin. Emê sedemên van binirxînin.” Songul bilêv kir k udi konferansê de hebûna sernavek serbûxwe ji bo nirxandina ser jinan ji bo wê mijarek gelek giringe.
‘Emê xetek ya tekoşîna hevbeş avabikin’
Songul diyar kir k udi vexendinên wan ji bo rêxistinên ciwanan yên 15 welatan re şandî têde teqez kirine ku herî kêm yek delegasyon jin be. Songul anî ziman ku ew gelek giringî didin cîhgirtina jinan di kongeransê de û wiha axivî: “Dê bi giştî naveroka konferansa me bi vî awayîbe. Dê duruşma konferansa me jî wiha be; ‘Ciwanên di lêgerîna heqîqetê de, xweseriya Rojhilata Navîn ya dîrokî ku hatî tune kirin, ekolojîk û bi jiyanek azadiya jinan ji nû ve avakirina jiyanê.’ Emê jî di çarçoveya vê duruşmê de konferansa xwe pêkbînin û di çarçoveya vê duruşmê de ciwanên rêxistinkirî xetek ya rêxistina hevpar avabikin.”
(zt)

