Berxwedêrên Girê Miştenûrê azad kirin hatin silavkirin

11:57

 


JINHA


RIHA  - Şervanên YPG û YPJ'ê yên çeteyên dijminê mirovahiyê ji girê herî stratejîk ê Kobanê ji Miştenûrê derxistin, di roja 127'an a berxwedanê de hatin silavkirin.

Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, di roja 127'an de bi paqijkirina Girê Miştenûrê ji çeteyan dewam kir. Li gundên nobeda berxwedanê lê tê girtin jî, berxwedêrên Girê Miştenûrê azad kirin, hatin silavkirin. Li gundên Mehser û Miseynterê ku li pêşberî wan Girê Miştenûrê yê li ser ala YPG'ê li ba ye, bi sedan kes hatin cem hev û bi çalakiya zincîra ji mirovan, berxwedana mezin a Kobanê gav bi gav azad dike silav kirin. 

Bi sedan kesên li ser rêya navê Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) lê kiribûn hatin cem hev û di dirûşman berxwedêrên Kobanê silav kirin.

(zt)