Li gundê Miseynterê dibistana kurdî vebû

13:03

 


JINHA


RIHA – Li gundê Miseynterê ya bi Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrkan ve bû sembola çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê ji bo zarokên Kobanê “Dibistana Şehîd Ziman” a ku bi zimanê kurdî perwerde bide hate vekirin. 

Li gundê Miseynterê ya ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê nobet tê girtin ji bo zarokên Kobanê konê perwerdehiyê hate vedan. Li gundê ku perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn de berê jî mal hatibûn temîrkirin û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrkan hatibûn vekirin. Gundê ku bûye wekî sembola berxwedana xeta sînor li konê ku hatiye vedan de dê ji bo 74 zarokên Kobanê perwerdehiya kurdî bê dayîn. 

Li konê perwerdehiyê dê ji aliyê 4 mamosteyên ku 2 ji wan ji TZP Kurdî hatine 2 jî ji Kobanê hatine ve bê dayîn. Rêveberên HDP û DBP’ê yên Pirsûsê. Xwendekarên perwerde bibin, niştecihên gund û berxwedêrên nobê beşdarî merasî vekirinê bûn. Navê “Dibistana Şehîd Zinar” li dibistanê hate dayîn û di merasîma vekirinê de Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê Mehmet Kayhan axivî. Kayhan anî ziman ku ew ê ji bo dibistanê di demeke nêz de avahiyekî çêkin. 

Piştre ji bo 74 xwendekarên ku dê li “Dibistana Şehîd Zinar” perwerde bibînin amûrên dibistanê hatin belavkirin. 

(zt)