Li Miseynterê standa ‘Ji Ocalan re azadî’ hate vekirin
13:29
JINHA
RIHA – Piştî li gundê Mehserê ya çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Kobanê didomin îro jî li gundê Miseynterê standa îmzeyan a “Ji Ocalan re azadî’ hate danîn.
Nobeta berxwedanê ya ji bo piştgiriya Kobanê ya li xeta sînor di roja 127’emîn de didome. Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ku li hemû cihanê hatiye destpêkirin de duh li gundê Mehserê standa îmzeyan a “Ji Ocalan re azadî” hatibû vekirin. Îro jî li gundê Miseynterê standa îmzeyan hate vekirin. Niştecihên gund, berxwedêrên nobetê, welatiyên Kobanê û welatiyên ku ji rê derbas dibin eleqeyeke mezin nîşanî standa dan.
(zt)

