Li gundên berxwedanê coşa azadkirina Miştenûrê

13:38

 


JINHA


RIHA - Paqijkirina çeteyan a ji Girê Miştenûr li gundê xeta sînor bi coş û kelecanek mezin hate pêşwazî kirin.

Paqijkirina çeteyan ji Girê Miştenûrê di serî de li gundên ku nobeta berxwedanê tê girtin û hemû xeta sînor bi kêfxweşiyek mezin hat pêşwazîkirin. Nobedarên sînor ku di saetên sibê de agahî girtin ku girê Miştenûr ji çeteyan hatiye paqijkirin, azadkirina gir bi govend, tilîlî û dirûşmeyan pîroz kir.

Operasyonên paqjiyê yên hêzên berxwedanê didomin, bi sedan kesên li xeta sînor hatin cem hev ji pêşve Girê Miştenûr ku ala YPG’ê lê hate daliqandin dişopînin. Li gund govend û tilîliyan bênavber berdewam kir û her kesî berê xwe da Kobanê.

(zt)