Huquqnas: Rojava şoreşek ya xeyalan derbasdike

09:11

 


Rakel Asiman/JINHA


QAMIŞLO – Huquqnasên din ava Şêwirmendiya Parêzerên ji bo Rojava de cîh digirin piştî hevdîtinên li Kantona Cizîrê çavdêriyên xwe wiha dan diyar kirin ku weke modela jiyanê ya Rojhilata Navîn divê li şoreşa Rojava xwedîderketin hebe û jê ders bênd derxistin û wiha gotin: “Berî em bên Rojava texmînên me hebûn. Em hatîn vê derê me ratî zêdetir ji nêz ve dît. Em li Rojava ratî tabloya xeyalên me derbasdikin hatin.”


Şêwirmendiya Parêzerên ji bo Rojava Kantona Cizîrê ya Rojava ziyaret kirin, 4 rojan li cihên cuda geriyan û hevdîtinên cuda kirin. Parêzeran gelek cihên weke Navenda Dadê, Akademiya Huquqê, Mala Jinan, Yekîtiya Star, Komîteya Ekonomiyê û Konfedresyona Ciwanan ziyaret kirin. Her wiha parêzeran nexweşxaneyên ku birîndarên YPJ û YPG’ê yên di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de parastina welatê xwe dikirin birîndar bûne jî ziyaret kirin. Heyeta parêzerên ya ji 8 kesan pêktê ku li Qamişlo gelek cîh ziyaret kirin dan zanîn ku ew din ava kelecana şoreşa Rojava de dijîn û gotin: “Şoreşa Rojava di serî de ji bo Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê giyana tekoşînê derbaskirinê berdewam dike.”


‘Divê şoreşa Rojava bê têgihiştin’


Huquqnasan çavdêriyên xwe û sedemê avakirina xwe ji JINHA yê re vegotin. Ji parêzerên Baroya Stenbolê yên din ava heyetê de cîh girtîn Ozlem Gumuştaş destnîşan kir ku ew dixwazin madela Rojava lêkolîn bikin, ji wê ders derxînin û wiha domand: “Ev kom ji bo têgihiştina modela Rojava û di serî de huquqvanên ser erdnîgariya Tirkiyê, mirovnê pêşketi û çepgîrên kedkar ji raya giştî re ragihîne hatiye avakirin. Ji ber Rojava pir ji Tirkiyê ne dure. Îşkalên emperyalîzmê yên li Rojhilata Navîn digerin, her wiha şer û yên şer sor dikin erdnîgariya me bandor dikin. Em weke huquqnasên Tikiyê sazumaniya li Rojava hatî avakirin û tecrubeyên şoreşê avakirîn dipejirînin. Em vê modelê ji bo gelên ser erdnîgariya me jiyan dikin jî dipejirînin. Em bi wî awayî li van guherînan dinêrin, encamên deskeftiyan, pirsgirêk dîtin û vana ji bo gelê Tiriyê yên berew pêş, kesîmên şoreşger re ragihandin.”


‘Hevdîtina gelan û parastina cewheriya gelan’


Ozlem bilêv kir ku Rojava bûye cihê hevdîtina gelan û parastina gelan û wiha berdewam kir: “Hevpeyîmana Rojava bêyî ferq xistina nava ol û zimanên cuda hevpeyîmanek ji bo bi hev re jiyan kirina hemû gelane. Em encamên wê yên ji welatê mey ê weke mozayîka gelan derxistî dipejirînin. Em modela wan ya rêxistina kirina gelan bi awayê komun, meclis û kantonan dipejirînin û hewildidin ji van des derxînin.” Ozlem derbirî ku ew hewildidin pêvajoya tevlîbûna jinan ya nava şoreşê û pergala wan ya xweseriya cewherî lêkolîn bikin û wiha dom kir: “Em li gel jinên şoreş avakirine hevdîtin dikin û ji tecrubeyên wan des derdixin. Hîna tehdîdên DAIŞ’ê berdewam dikin.”


‘Taboyek ya xeyalên me derbas dike heye’


Ji Baroya Stenbolê parêzer Sabri Kuşkonmaz jî got: “Berî em bên Rojava hinek texmînên me hebûn. Lê hatina me ya vêderê rastî hînî me kir. Em bi tabloyek ya xeyalên me derbas dikir re ru bir u hatin.”


‘Hevpeyîmana enternasyonalîst’


Parêzer Muhammet Taner Ersen jî pêvajoya kul i Rojava mayî wiha anî ziman: “Li Rojava guherînên gelek mezin çêdibin. Min xwest ez van guherînan li cihê wan bibînim. Veguherîn pêvajoyên pir hêsan nînin ji ber wê jî kedên mezin dixwazin. Li cihên nakokî hene, civak xwe birêxistin dike, radibin ser lingan û dibe hêza ji pergalê re bêjin raweste. Ji Rojhilata Navîn ya her roja diçe bi mêtîngerî, nasname tên tunekirin û dewletên li etegên wê radibin re dibêjin ‘Raweste’. Em dibînin modelek û cîhanek cuda ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi hev re li ser heman erdnîgariyê bi aramî jiyan dikin heye.”


‘Piştevanî têrnake divê şoreş bê mezinkirin’  


Parêzer Sînan Varlikli jî diyar kir ku ji berk u ketine serêwîtiya ber bi dilê şoreşê ve ew gelek bi kelecanin. Sînan da zanîn ku ji şoreşên cîhanê yek li Rojava tê honandin û wiha got: “Duh Stalingrad, mînakek din ya cîhanê Vietnam, Kuba bi duruşmên cîhanek dinê gengaze. Rojava  rewşa wê ya şînber ya di sed sala 21’an dene. Cîhanek ya ku dikare bê jiyîn bi azadiya Rojava şêwe digire.”


 (zt)