Li gel hemû astengiyan jî bi hezaran girtiyan gotin ‘Ji Ocalan re Azadî’

09:41

 


Nurcan Yalçın/JINHA


AMED – Kampanya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya ku ji aliyê Platforma Ji bo Şatiyê Ji Ocalan re Azadî ve hatî despêkirin kêm maye selek biqede bi lez berdewam dike. Hevseroka Diyar TUHAD-DER ê Derya Us diyar kir ku girtiyên li girtîgihan jî eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê didin û li gel hemû astengiyan jî bi hezaran îmza berhevkirine û dane.


Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan û Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadi ya k udi sala 2011’an de hatî avakirin kampanyeya îmzayan hatibû despêkirin. Kampanya di 15’ê Sibata sala 2014’an bi pêşengiya 127 nivîskar û pêşengên civakî bi navê “Kampanyeya Azadiya Ocalan” despêkir. Kampanyeya 10 milyon îmza hedef kirî dê îmzayên berhev kirine di 15’ê Sibatê de teslîmî TBMM, NY û Parlamentera Ewrupa bêkirin. Hevseroka Diyar TUHAD-DER ê Derya Us da zanîn k udi rojên dawî de wan lez daye xebatên kampanyayê û ji girtîgehan jî girtiyên siyasî bi hezaran îmza berhev kirine û dane. Derya destnîşan kir kul i gel hemû astengiyan jî çî jihên ew ji bo kampanyayê diçin rastî eleqeyek mezin tên. Derya anî ziman ku ew gelek giringî didin îmzayên girtiyan berhev kirine.


‘Kampanya rastî eleqeyek mezin tê’


Derya anî ziman ku wan kampanya di aliyê pratîkî de girtine ser milê xwe û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan endamek yê vê komeleyêya, niha dîlgirtiye azadiya Rêbertiya me azadiya meye. Em hem weke gel û hem jî weke jin her dem vêdibêjin. Dema ku em din ava kolanan de xebata xwe berdewam dikin gel eleqeyek pir mezin nîşan didin. Kampanyaya ku stanrta wê di 15’ê Stibata 2014’an de hatî dayîn bi berfirehî tê berdewam kirin û rastî eleqeyek mezin tê. Niha jî hîna ew eleqebûn pir bi coş berdewam dike. Em li gel bihezaran mirovan bi hev re vî karî dikin. Li gel her kesê kaxitên îmzayan hene û li her derê berdewam dike.”


‘Her cihê em diçinê Rêberê xwe vedibêjin’


Derya wiha berdewam kir: “Her cihê ku em diçinê piştî silavê hema em dipirsin gelo ew ji bo azadiya Rêbertiyê îmza avêtiye? Em bê ferq û cudahî li gel her kesê vî karî dikin. Çî hevalên me, çî malbatên me, çî hevalên me yên cihê kar bin kî dibe ferq nake em li gel her kesê karê xwe bi hev re dikin. Civînên ku em ji malbatan re çêdikin, em dibînin her malbat çiqas ji dil di nava xebatên kampanyayê de cîh digirin. Her kesê kaxetên îmzayan girtin, ji hindirê mala xwe despêkirin heya cîranên xwe carekedinê dest pêkirin, ji bo kes ji derveyî kampanyayê nemînin. Yên îmza nedane em li gel wan rudinin, Rêbertiya xwe vedibêjin, wana jî îmza didin. Di vê wateyê de xebatek cidî û bi wate tê meşandin.”


‘Xebatek giringe’


Derya bilêv kir kul i girtîgehan de jî girtî eleqeyek mezin nîşanî kmapanyayê didin û îmzayan komdikin û wiha domand: “Ji bom e jî ev xebatek giringbû. Niha asta hatiyê demek kin ji bo dawîkirina wê maye. Piştî demekê ev xebat dê biqede. Girtiyên li girtîgehan jî alîkarî dan kampanyayê. Girtîgehên astengî çêkirin jî hebûn. Weke mînak heger pêdivî bi gotinê hebe li Girtîgeha Elbîstanê tundiyên cidî hene. Li gel hemû zoriyan jî girtiyan bi hezaran îmza berhevkirin û dan. Wanî jî diyar kirin ku azadiya Rêbertiya xwe dixwazin, lê bi îsrar îdara girtîgehê îmza nedan derve. Me li girtîgehan bi girtiyan re hevîdtin kirin. Girtiyan bi rêya fax û nameyan îmzayên xwe gihandin me.”


‘Emê bigihin hedefa me dayî pêşiya xwe’


Derya anî ziman ku li Amedê milyonek îmza hatiye komkirin û wiha dom kir: “Dema ku em qala xebatên kampanyayê dikin em tenê ne qala azadiya Rêberê xwe  dikin, di heman demê de em qala azadiya gelekê dikin. Ji ber wê jî her kes di aliyê xwe de divê hinekîdinê vî gelî bifikire. Netenê gelê kurd, divê hemû gelê cîhanê bizane me dest bi xebatek wiha ya berhevkirina îmzayan kiriye û emê bi rengên cuda xebatên xwe berdewam bikin. Ji ber wê jî bawriya me heye, em bi xwe û gelê xwe bawerin. Hêviya me Rêbertiya meye.”


 (zt)