Hrant Dink li Amedê hat bîranîn

09:34

 


JINHA


AMED - Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Agosê Hrant Dink li Amedê hat bibîranîn. Di bîranînê de Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak jî axivî û got: " Hêzên ku Hrant qetilkirin hewil dan dengê gelek bindest tune bikin. Divê lêborîn ji gelê Ermenî bê xwestin." 


 Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê hat qetilkirin. Hirant bi bernameyekê li Navenda Çand û Hunera Ciwanan ya Cegerxwînê hat bibîranîn. Bernameya bîranînê ji aliyê Ermeniyên Amedê û Sekreterya  Giştî ya Meclîsa Aştiyê a Amedê ve hat orgenîzekirin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak , nûnerên Saziyên civaka sîvîl, malbat û hevalên Hrant Dink jî di nav de bi sedan welatiyên Amedê beşdarî bernameyê  bûn. Bername bi rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane destpêkir. Piştî rêzgirtinê hevala rojnameger Hrant Dink Melîke Dara Gual axivî û di axaftina xwe de balkişand ser sedemên qetilkirina Hrant Dink.


'Divê lêborîn ji gelê Ermenî bê xwestin'


Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak jî axivî û destnîşankir ku bi qetilkirina Hrant tenê karîbûn malperekê bigrin û wiha got: "Hrant bi nivîs û helwestên xwe yên di xizmeta aştî û aramiyê de ji bo gelan gelek tişt li peyî xwe hêlaye. Hêzên ku Hrant qetilkirin hewil dan dengê gelek bindest tune bikin. Divê lêborîn ji gelê Ermenî bê xwestin." 


Di bernameyê de panelek derbarê têkoşîn û jiyana Hrant hat lidarxistin. Dîwana panelê ji parêzer Selçûk Mizrakli, Sabih Ataç, Gafûr Tûrgay û Pakrat Estukyan pêk dihat. Piştî panelê sînevîzyona derbarê jiyana Hrant Dink de hat pêşindan. Bername  bi stranên Hunermedan bidawîbû.


(şh-fs/zt)