'Tenê sedem ê me em ji Kobanê ne'
09:57
JINHA
RIHA - Welatiya bi navê Safiye Osman ya li konbajarê Arîn Mîrkan dimîn e anî ziman ku bi pêşketina şervanên YPG/YPJ'ê gelek kêfxweşin û wiha got: "Tenê kêmasiya me welatê me Kobanêye, axa me ye. Bi pêşketina şervanên YPG/YPJ'ê em gelek kêfxweşin. Ez bawerim wê Kobanê ji wan çeteyan paqij bibin. Bila tu kes neçe wargehên AFAD'ê. Êdî azadiya welatê me nêze û em ê vegerin welatê xwe."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê didome. Berxwedana bê hempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 128'an de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana xwe ya dîrokî yek bi yek êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pûç dike. Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya operasyonên paqijkirinê de gelek taxên Kobanê xistin dibin kontrola xwe û her wiha şervanên YPG/YPJ'ê yên çeteyên dijminê mirovahiyê ji girê herî stratejîk ê Kobanê ji Miştenûrê derxistin. Welatiyên Kobanê yên li navend û gundên Pirsûsê û di konbjaran dimînin jî bi kelecanekê mezin li hêviya vegera axa xwe ne û bi sedan malbat jî vedigerin Kobanê. Dîsa welatiyên li konbajarên bi pêşengiya şaredariyên DBP'ê hatinin vekirin li hemberî vegirtina konên AFAD'ê bi bertekin û divê gelê Kobanê naxwaze biçin wargehên dewletê.
'Ji ber ku em kurdin'
Welatiya bi navê Safiye Osman (32) ya li Konbajarê Arîn Mîrkan dimîne da zanîn ku li wargehê wek bijîşkê dildar dixebite û ji bo welatiyê xwe Kobanê di nav hewldanan deye. Safiye diyar kir ku dema ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bûn û hatin Pirsûsê li ser sînor rastî êrîşa leşkerên tirk hat û wiha got: "Dema em hatin deriyê sînor dewleta tirk bi bombeyên gazê êrîşî me kirin. Zarokên me ji ber bombeyên gazê dikir bi fetisin. Em ji ber çeteyên DAIŞ'ê revîn leşkerên tirk bi kiryarên xwe ji DAIŞ'ê xerabtir li serê me anî. Ev yek ji ji bo tenê em kurdin û welatê me Kobanê ye.."
'Wargehên AFAD'ê cihê pişavtinê ye'
Safiye balkişan ser jiyana wargehên AFAD'ê û got ku armanca vekirina wargehên dewletê pişavtine û dixwazin me li vir têxin girtigehê û wiha got: "Dewlet dixwaz e me di wargehê de bi fetisîne. Gelek xizmên me li AFAD'ê dimînin, dixwazin derkevin û werin cem me. Tê gotin ku li wargê AFAD'ê perwerdehiya dersên olî û dersên zimanê erebî û tirkî didin."
'Zarokê min berê nizanî bûn tîpên kurdî çi bûn'
Hevserê Safîye Kadîr Mistefa (42) jî anî ziman ku dema çeteyan êrîşî Kobanê kiri bû ew li Kantona Efrînê bû û piştî mehekê dawiyê ketin konên Arîn Mîrkan. Kadîr bi lêv kir ku berjewendiya herî zêde perwerdeya zimanê kurdî didin zarokên wan û wiha domand: "Zarokê min berê nizanî bûn tîpên kurdî çi bûn. Rojname ji min re tê lê ez nizanim bixwînim. Her em hîn nebûn, bila zarokên me zimanê dayika xwe hîn bibin. Li vêderê zarokên min diçin perwerdehiya zimanê kurdî û zimanê xwe hîn dibin. Li wargehên AFAD'ê ev tişt tuney û qedexeye. Ez bang li welatiyên me yên li wargehên AFAD'ê dimînin dikim, ji wan girtîgehan derkevin. Werin cem rêhevalên xwe. Ji mala dijmin derkevin. Li wargehên dewletê dersên olî fêrî wan dikin. Em berê olê xwe zanin. Tu kes nikare olê me fêrî me bike. Madem hûn ewqas oldarin hûn çima hevkariya DAIŞ'ê dikin."
'Ez dixwazim li ser axa xwe zimanê xwe fêr bibim'
Keça wan Xanim Kadir jî li ser perwerdehiya zimanê kurdî rawestiya û wiha got: "Em li vêderê diçin dibistana zimanê kurdî. Zimanê xwe fêrdibin. Lê min pir bêriya welatê xwe kiri ye. Em li vêderê kêfxweşin lê belê em biçin welatê xwe em ê hîn kêfweş bibin. Ez dixwazim li ser axa xwe zimanê xwe fêr bibim û bibim mamosteyê zimanê kurdî. Serkeftina welatê me û şervanên me yên YPG/YPJ'ê nêz e. Serkeftinê ji wan re dixwazim."
(kom/zt)

