'Min xwest ruhê min bi şoreşê re lê bide’

10:13

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên bi navê Îlgin Kaya û Sevîm Ozdemîr yên ku bi dildarî ji bajarên Stenbol û Enqereyê hatin û li konbajarê Şehîd Gelhat ê li navçeyê Pirsûsa Riha yê dixebitin. Îlgin û Sevîm da zanîn ku hemû mirovahî divê li şoreşa Rojava û welatiyên Kobanê xwedî derkeve.

Di konbajarên ji aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatine vekirin de ji ber şert û mercên demsala zivistanê welatiyên Kobanê dibin şert û mercên zehmet de dijîn. Ji bo piştgirî û piştevaniya bi welatiyên Kobanê gelek kesên dilar li bajar û dewletên cuda tên di nava konbajaran de di xebitin. Sevîm Ozdemîr ya ku di nava tevgera feminîst de li Enqereyê cih digire û Îlgin Kaya ya ji Stenbolê hat û di nava xebatên konbajaran de bi dildarî dixebitin anîn ziman ku divê hemû ciwan û dibêje ez mirovim demildest bê Pirsûsê û ji bo welatiyên Kobanê seferber bibin.

‘Pêdiviyên mirovên kalîfiye heye’

Sevîm da zanîn ku dewlet li hemberî welatiyên Kobanê nêzikatiyekê şaş nişan dide û wiha axivî: “Welatî di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Kesên ku dibêjin em mirovin divê ku bê û di nava konbajaran de cih bigre. Bi taybetî pêdiviya me ya mirovên kalîfiye heye. Min di nava xebatên tenduristiyê de cih girt û ji ber ku bi şev elektirîk tê qutkirin welatî dicemidin û nexweş dikevin.”

‘Em dengdarên welatiyê Kobanê ne’

Sevîm got ku ji ber ku konbajar nû hatiye vekirin hinek pirsgirêk hene û ji bo ku ev pirsgirêk demildest ji holê rabe divê alîkarî bê kirin. Sevîm destnîşan kir ku niha kon tên vedan û ji bo vedana konan jî pêdiviya alîkariyê heye û got: “Em ji bo alîkariyê dengdarên welatiyên Kobanê ne.” 

‘Ji bo piştevaniya zarok û jina li vir im’

Xwendekara xwendina bilind a Zanîngeha Stenbolê Îlgin Kaya (27) ya ku bi dildarî tevlî xebatên konbajaran bûye jî got ku bi tevlîbûna xebatan ez gelekî kêfxweşîm û wiha got:“ Ez hefteyeke li virim. Ji bo piştevaniya zarok û jina min hezkir ku ez li vir bim. Dîsa min xwest ruhê min nêzî şoreşê be bi şoreşê re lê bide."

‘Bi şoreşa Rojava hêviyek çêbû'

Îlgin diyar kir ku bi şoreşa Rojava re hêviyek çêbû wiha got: “Em ji bo ku ev mirove heya şer xelas bibe û ji bo jiyanek bi rûmet bijîn em li virin. Divê hemû kes kelecana li vir bijî"

(kom/zt)