Ji girtiyên nexweş peyam heye

11:08

 


Dilan Karamanoglu/JINHA


STENBOL – Ji girtiyên nexweş Fatma Tokmak ya nexweşa dile û li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne berî niha du rojan ji ber derketina agir din ava girtîgehê de ji ber dumanê nexweş ket û rakirin nexweşxanê. Fatma ji girtîgehê nameyek şandiye. Fatma di nameya xwe de diyar kiriye ku heger ew jiyana xwe jidest bide, wê nedixwest weke girtiyên nexweş bikevin vê rewşê.


Fatma Tokmak ya berî niha 19 salan li gel zaroka xwe ya biçuk bi sucê “Alîkaridayînê” hat girtin û di dema binçavan de rastî îskenceyên hişê mirovan nagire hat. Tiştên ku Fatma jiyan kirine hîna di binhişiya wê de xwe didin jiyandin. Fatma 9 sal di girtîgehê de ma, ji ber îskenceyên giran pêre nexweşiya dil derket. Fatma di sala 2006’an de hat berdan. Fatma ya kul i gel zaroka xwe hewildida jiyanek nû avabikin vê carê jî cezayê wê li darazê weke “cezayê muebetê” hat qebûlkirin û cardin Fatma ket girtîgehê. Fatma ya ku niha li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne ji ber nexweşiya wê ya dil gelek giran bûye, din ava şertên zor de li girtîgehê dijî. Wexfa Mafê Mirovan ya Tirkiyê (TÎHV) di aliyê giranbûna nexwşiya Fatma ya dil de diyar kir ku hem di dema emelyatê de û hem jî piştî emelyatê dê nikare di şertên girtîgehê de bijî. Her çendî 2 qepaxên dilê Fatma naxebitin û bijîşk didin diyar kirin ku reşwa wê girane jî Saziyên Tiba Edliyên girêdayî Wezareta Dadê raporên weke “di girtîgehê de dikare bimîne” didinê.


Her diçe rewşa tenduristiya Fatma berbi xirabiyê diçe, ji ber bêxemiya peyîwendîdaran Fatma jî mîna girtiyên dinê yên nexweş yên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane terkî mirinê hatiye kirin. Ji ber şevek berê li beşek ya girtîgehê şewat derket, ji dumanê Fatma ket û ew rakirin nexweşxanê. Piştî rojek tedawiyê cardin Fatma li gitîgehê vegerandin. Kurê Fatma Azad Tokmak çu hevdîtina diya xwe û piştî hevdîtinê rewşa diya xwe wiha anî ziman: “Roja çarşemê tevahî nedikarî danusitandina nefesê bike, nefes didanê. Bijîşk dibêjin divê bil ez bê emelyatkirin. Li aliyê çepê yê sînga wê girêyek heye. Heger ew girê hucreyên konserêbe wê demê ji sedî 97 rîska jiyan xwe ji dest bide heye. Li gel vê jî nayê emelyatkirin.”


‘Rapor hatin wendakirin’


Azad girêdayî hevdîtina bi deya xwe re wiha domand: “Diya min dibêje mirovahî, civak di astek gelek mezin de bê baldarîne. Dema ku girtiyek nexweş jiyana xwe ji dest didin wê demê girtiyên nexweş tên bîra wan û vê jî weke şerma mirovahiyê dibîne. We weke girtiyên nexweş naxwazin ev rewş bên jiyan kirin.” Azad bilêv kir kul i gel asta yekem ya pêvajoya çareseriyê berdana girtiyên nexweşe jî hîna di vî aliyî de tu gav nehatiye avêtin û wiha berdewam kir: “Nihal i heman girtîgehê du girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene. Yek jê Fatma Tokmak ya dinê jî Dîlek Oz e. Rewşa Dîlek jî zêdetir giran bûye. Li gel Dîlek rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ girtiye jî hîna girtiye û îdara girtîgehê bi hincetên rapor wenda kirine hîna wê di girtîgehê de dihêlin. Heman rapor dane diya min jî. Rapora diya min jî wenda kirin.” Azad diyar kir ku mijara wendakirina raporan bi qestî dikin.  Azad da zanîn ku çar caran wendakirina heman raporê ji ber ji derveyî daxwaza xwe dikin û tuşetek wiha ne gengaze.


(zt)