Li Sêrtê Halîme Sezer a 22 salî hat qetilirin

11:15

 


JINHA


SÊRT - Li gundê Boşi yê Sêrtê hat îdiakirin ku dema paqijkirina debançeyê de guleya teqiyaye li Halîme Sezer ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin duh di saetên şevê de li gundê Boşi yê Sêrtê kesê ku navê wî nehat zanîn dema debançeya xwe paqij dikir gule teqiya. Guleya demançê li dayika 2 zarokan ya di menzelê de Halîme Sezer (22) ket û birîndar bû. Halîme a ji dilê xwe birîndarbû bi ambûlanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Halîme tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Halîme Sezer ji bo karê otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Saziya Tipa Edliyê. Hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

(zt)