Di denêg jinên girktî Ropêriyê de nivîsên azad
12:33
JINHA
ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tên girtin tevî hemû bê derfetiyê bi keda xwe kovara Ropêrî jimara 6 û 7 derxistin.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran ya Îzmîrê tên girtin tevî hemû bê îmkaniyan bi keda xwe kovara Ropêrî jimara 6 û 7 derxistin. Di kovarê de gelek cerebeyên rojane û helbest hene. Ligel her nivîsekê wêneyek li gel nivîsê hatiye bi cih kirin, dîsa xetên kovarê jî bi nazikbûna bi keda jinê derketiye. Kovara Ropêrî ji 61 rûpelan pêk tê. Di jimarên herî dawî de temaya bingehîn berxwedana bê hempa ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tê dayîn cihê xwe digre. Dîsa di kovarê de potreyên Suphî Agirnasli ya di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest daye, Kader Ortakkaya û Rojnamevan Denîz Firat cih digre.
Bi giranî jinan, pêşketinên li Rojhilata Navîn, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gelê êzidî û berxwedana hêzên kurd ên li Şengalê nîşan dane, ciwanên di nav têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane jiyana wan ya di nava "gerîla" de bi tirkî û kurdî bi ser navê "Demokratîk Ekolojî" hatine dest girtin. Di nava rûperên navberê de jî helbest û wêjya jinê cihê xwe digire. Di hejmara 6'emîn de ya cihê xwe girtî jî li ser rûpelê kovarê nameya Nesrîn Akgul a di 26'ê nîsanê de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandiye cih dige.
Edîtoriya kovarê Agul Kopçak û Sibel Mustafaoglu girtine ser xwe. Kovara ku bi awayek nişmî (titîz) û bi şêweyek afirênerî dîzayna wê hatiye kirin. Her jinê girtî yên nivîs nivîsan diye wêneyê wan yê di demên cuda de hatine girtin bi şêweyê potre bi awayek hoste hatiye bi cih kirin. Dîsa di pişta kovarê de wêneyek yê şervana YPJ'ê ya bi bisîkletê hatiye xemilandin, di hejmara 7'an de jî wêney yê zarokê êzidî yê destê wî di destê şervanê YPG'ê de ye hatiye girtin.
(zt)

