Ji bo Kobanê silava 128'an
12:56
JINHA
RIHA - Bi sedan welatiyên ku li gundên Mehser û Miseynterê hatin ba hev bi zincîra mirovan ve cara 128'emîn berxwedana Kobanê re silav şandin.
Li Kobanê berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê kete roja 128'emîn. Li gundê Mehser û Miseynterê jî ji bo piştgiriyê nobeta berxwedanê bi tevlibûuna komên nû didome. Li gundê Miseynterê zîncîra mirovan a ji bo silavkirina berxwedana Kobanê bi sedan welatî hatin cem hev. Di çalakiya zincîra mirovan de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyan xwe ji dest dane bi xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" rêz hat girtin. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê, KCK'ê hatin vekirin. Bi sedan welatî bi bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", "Silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî berxwedana Şengalê" hatin berzkirin.
(zt)

