Jinên nivîskar dê ji bo Şengal û Kobanê tîşortan îmza bikin

14:13

 


JINHA


STENBOL-  Di kampanyeya ‘Di Belavkariyê de Ez jî Heme’ ya bi rêveberiya hunermend, rojnameger, wêjevan, ronakbîr û rêveberên civaka sivîl ve hatî despêkirin, niskarên jin jî dê bi îmzakirina tîşortan beşdar bibin.


Ji bo jin û zarokên Şengal û Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cîh û warê xwe terikandin û hatine lig elek deveran bicîhbûne kampanyeya bi navê “Di Belavkariyê de Ez jî Heme” hatiye despêkirin. Dê di çarçova kampanyayê de nivîskarên jin Ece Temelkuran, Seray Şahiner, Şebnem Îşiguzel û Vivet Kanetti di saet 16:00 -18:00’an di 24’ê çileyê roja şemiyê li Beyoglu yê bên bahev, tîşortan îmzabikin û alîkariya xwe berşdarî kampanyayê bikin.


Kampanyeya ji aliyê Hewla Jinan ya ji bo Aştiyê ve hatî despêkirin armanca wan ya despêkê pêdiviyên sereke yên jiyanî gihiştina malbatên Şengal û Kobanê. Kampanyeya wan di derbarê pêdiviyên weke firçeya diranan, sabûn, pedê jinan, deterjana firax û kincan û mamayê zarokan bigihînin 8 hezar û 500 malbatan.


Her wiha tîşortên îmzaya nivîskarên jin yên weke Gokçe Deniz Balkan, Fulkan Çetin, Neriman Polat, Guneş Terkol, Sevil Tunaboylu û Arzu Yayintaş û nivîsa “Di Belavkariyê de Ez jî Heme” ser heyî dê bên zêdekirin.


Her wiha jinan di medyaya civakî de xebatên xweyên weke zêdekirina tîşortên bi ser nivîsa Di Belavkariyê de Ez jî Heme belavkirine û hewil baldarbûnê bi her kesê bidin bihîstin û hîskirin, ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye.


 (zt)