Modela kongra DOKH’ê pêdiviyek gerduniye …
09:21
Berîtan Elyakut/JINHA
AMED – Aktîvîsta DOKH’ê Emîne Ozmen diyar kir ku ji bo jin di qadên siyasî civakî û hemû navendên jiyanê de zêdetir bê dîtin wan biryar daye dibin şemsiya kongrê de xwe birêxistin bikin û got: “Heger em dixwazin hemû deskeftiyên xwe ji bo dema pêş bihêlin wê demê divê em zêdetir bi profesyonelî û bi sazîbûn bixebitin. Bi vê bûneyê em diçin kongrê.”
Encamnameya Konferansa 8’emîn ya DOKH’ê ya k udi 10 û 11’ê çile de bi tevlî bûna 300 delegeyên ji navendên Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê pêkhatî têra xwe balkêşbû. Jinên ku ev 10 salin dibinya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê de xebatên xwe berdewam dikin niha jî ber bi kongrê ve diçin. Girêdayî xebatên rêxistina xwe Aktîvîsta DOKH’ê Emîne Ozmen nirxandinên giring kir. Emîne diyar kir ku pêvajo û dem gunerînê dixwaze, li gorî wan guherînan pêdivî bi xebatek wiha dîtine û wiha got: “Me guherînên civaki yên Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn berhev kirin û li gorî wan hemûyan me pêdivî bi xebatek wiha dît. Di pêvajoya DOKH’ê de aramanca me, jin di aliyê siyasî, civakî û di hemû qadên jiyanê de dayîna dîtinbû.”
‘Di aliyê jinan de pêdivî bi guherînê heye’
Emine balkişand ser giringiya pêvajoyê û di navê de rolê jinan û wiha domand: “Ji bo di aliyê jinan û kesîmên civakê yên tên perçiqandin de guherîn bên kirin me dest bi xebatek wiha kir. Heger em dixwazin hemû deskeftiyên xwe ji bo dema pêş bihêlin wê demê divê em zêdetir bi profesyonelî û bi sazîbûn bixebitin. Bi vê bûneyê em diçin kongrê.”
‘Xebatên kongrê zêdetir bisazîbûn û mayîndene’
Emîne wiha berdewam kir: “Din ava xebatên 30 salan de me gelek serkeftin bidestxist. Ji bo ew deskeftiyên me bên parastin û bên gihandina pêşerojê pêdiviya me bi xebatek berfirehtir heye.” Emîne da zanîn ku kurbûn bi rêxistinbûnê dibe û wiha axivî: “Çima kongrebûn? Ji ber ew xebatek bi sazîbûn û mayîndeye. Ya duyem jî ji ber xebatek berdewamiye. Mekanîzmayek ya xebat û peyîwendiyên nava saziyan zêdetir zindî dike.”
‘Dê bandora wê gerdunîbibe’
Emîne bilêv kir ku dibinya kongrê de pêdivî bi rêxistinbûnê yeye û wiha dom kir: “Dê ev di Rojhilata Navîn de bibe modelek. Heger baş bê bi sazîkirin û mayînde bibe, dê di cîhanê de jî bibe modelek ya serkeftî. Bêguman heger xebatek serkeftî û gelemperî bike dê di demek kin de bibe gerdunî bibe. Dê konger di heman demê de mekanîzmayek ya gerdunîbûnê di hindirê xwe de dihewîne be.”
‘Dê kongre bibe ya hemû yên weke yên dinê tên dîtinbe’
Emîne wiha pêdeçu: “Dê konger bi giranî ser aliyê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê birêve biçe. Ji ber aliyên dinê yê welat yan jî Rojhilata Navîn girtina nava xwe merheleyên paşêne. Bê guman aramnca me gerdunîbûne. Lê ji bo despêkirina rêwîtiyek mezin divê ji gavên biçuk bê despêkirin. Dema ku mirov bi çavek gerdunî binêre dibe ku cihê heya niha em lê hinek weke lokal bixweyê lê, me gavek mezin avêtiye û em di ferqa wêdene.” Emîne destnîşan kir ku ew difikirin ku bi 501 delegeyan biçin kongreyê, lê di hevdîtinên ji bo delegeyan de ew rastî eleqeyek mezin hatine. Emîne derbirî ku ji hemû pîşe, partiyên siyasî, komên cuda dê jin beşdarî kongrê bibin û dê kongreya wan bibe kongreya hemû yên weke yên dinê hatine dîtin.
‘Di dema pêş de dibe ku kongre jî têrneke’
Emîne anî ziman ku ew bi kelecan û ewlehiyek mezin diçin kongrê û wiha got: “Di xebatên çuyîna kongrê de jinan baweriya xwe ya bi xwe sîskirin û b ime jî dan hîskirin. Di heman demê de xebatên kongrê weke bangewaziyekêbû. Di demê pêş de dibe ku kongre jî têrneke. Li gorî guherînên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê dê kongre bibe wesîleya guherînên mezin.”
‘Em xebatên guherîna cîhanê dikin’
Emîne bang li kesîmên cuda jî kir ku bawerî bi kongrê mînin û bi wê ewlehiyê bên beşdar bibin û wiha domand: “Emê ne tenê kongre bikin û biryaran bigirin. Di heman demê de emê wan biryaran bêxin meryetê. Em ne tenê ji bo xwe vê xebatê dikin, di heman demê de em jiyanekê dihonin. Ne tenê ser erdnîgariya em ser jiyan dikin ji bo guherîna hemû cîhanê em dixebitin. Ji ber wê jî ji bo guherîna cîhanê em bang li hemû jinan dikin. Dibe ku îro kongre li vêderê ye, lê sibê li Rojhilata Navîn dibe. Ji ber wê jî em bang li hemû jinan dikin û dibêjin ewerin em bi hev re vê cîhanê di aliyê jinan, yên tên çewisandin û yên weke yên dinê tên dîtin de biguherin.”
(zt)

