Ji jin û zarokan alîkariya kampanya ‘azadiyê’
09:28
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED – Jin û Zarokên Amedê kampanyeya ‘Ji Ocalan re Azadî’ nirxandin û diyar kirin ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd, tayîbetî jî azadiya jinên kurde û wiha got: “Ji ber wê jî şev û roj bê rawestan em dixebitin û îmzayan berhev dikin. Heya canê me bê derê emê kampanyayê berdewam bikin.”
Kampanyeya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Pltaforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî ve hatî despêkirin bê navber berdewam dike û rastî eleqyek mezin tê. Kampanyeya di 15’ê Sibata sala 2014’an de hatî despêkirin armanc gihiştina 10 milyon îmzayane. Kampanya îmzayan ya k udi 15’ê Sibatê de bi dawî dibe îmzayên ku hatine berhev kirin dê ji TBMM, Parlemanta Ewrupa û NY yê û saziyên din yên peyîwendîdar re weke beyana vîna kurdan bê şandin. Jin û zarokên ku kampanya nirxandin dan zanîn ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd û taybetî jî azadiya jinên kurde.
‘Azadiya Rêbertiyê azadiya gelê kurde’
Ji xwendekarên Konservetuara Aram Tigran Devrim Demir anî ziman ku divê dîlgirtina Birêz Abdullah Ocalan weke kesanî neyê dîtin û wiha domand: “Rêbertî, Rêberê gelekêye û em weke gel dinirxînin. Li Îmraliyê tenê ne Rêberek gelek girtiye. Heya Rêbertî azad nebe azadiya gelê kurd jî ne gengaze. Din ava civakê de jin hatibû çewisandin, di tu mijaran de mafê wê yê gotinê nemabû, bi felsefeya Rêber Apo jinan xwe naskirin. Jin bi perspektîfên Rêbertiyê xwe naskirin û di rastiyê de çiqas binirxin dîtin. Di vê wateyê de azadiya Rêbertiyê di heman demê de azadiya gelê kurde.”
‘Heya canê me bêderê emê îmzayan behevbikin’
Halise Dogrudemir jî balkişand ser giringiya kampanyayê û wiha berdewam kir: “Divê êdî dawî li polîtîkaya qirêj ya ev 38 salin ser gelê kurd tê meşindin bê. Ez dixwazim Rêbertiya me ji Îmraliyê derkeve û bê nava gelê xwe. Ji bo azadiya Rêberê xwe me dest bi kampanya îmzayan kir. Em weke gelê kurd dixwazin ev kampanyeya îmzayan li ber çavan bê girtin. Em ji cîran, xizim, derdor û her kesê îmzayan dixwazin û em dixwazin her kes beşdarî vê kampanyayê bibin. Ji ber em dizanin azadiya Rêbertiya me azadiya gelê kurd û azadiya jinane. Ji ber wê jî bê westan û rawestan bi şev û roj her devera em diçinê îmzayan berhev dikin. Heya canê me derdikeve jî emê kampanyayê berdewam bikin.”
‘Dema ku Rêbertiya me girtîbe em jî girtîne’
Zekiye Yilmaz jî destnîşan kir ku heya Birêz Abdullah Ocalan azadnebe ew jî azad nabin û wiha dom kir: “Heger bê pejirandin ezê sed îmzayan ji bo Rêbertiya xwe bavêjim. Ji bo Rêbertiya me azad bibe û vegere nava gelê xwe em îmzayan di avêjin. Em êdî naxwazin xwîn bê rijandin. Ji xwe bi zêdehî gelê kurd canên ciwan dan û xwîn rijandin. Em hêvîdarin k udi Newroza 2015’an de Rêbertiya me din ava medebe û em bi hev re Newozê pîroz bikin. Banga me ji bo hemû gelê me; bila netirsin û îmzayên xwe bidin. Bila jibîrnekin bi girtina Rêbertiya xwe re em jî girtîne.”
‘Em cîhanek bê Serok Apo naxwazin’
Ciwan Tezer yê 6 salî ku dibêje: “Ew cîhanek bê Serok Apo naxwaze” û sedema daxwaza xwe ya azadiya Rêberê xwe bi van gotinan anî ziman: “Ji ber azadiya Serok Apo azadiya gelê kurde. Diya min dibêje; ‘Heger Rêber Apo azad bibe kes namirin.’ Ez naxwazim xwişk û birayên min bimirin û diya min bigirî. Her dema ku yek dimire diya min digirî. Dema ku Serok Apo azad bibe êdî diya min nagirî. Bila her kes îmza bide Serok Apo azadbe û kes negirî.”
(zt)

