'Miştenûr mizgîniya azadiyê ye'

09:40

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necarman cih û warên xwe bi terikînin û hatin herêmê piştî azadkirina girê Miştenûr kelecanek ket nava wan. Welatiyê Kobanê yê bi navê Mehmûd Hemdo bi van hevokan hestên xwe anî ziman: "Piştî azadkirina girê Miştenûr azadkirina gundên derdorê jî nêzîk bûye. Wextê ku mizgîniya azadkirina gundan bê dayîn wê demê sînor ji bo me bêwate dibe û em ê vegerin cih û warê xwe."

Berxwedana bêhempa ya Kobanê di roja 129'an de dewam dike, şervanên YPG/YPJ'ê gelek noqteyên ku çeteyên DAIŞ'ê dagirkirine yek bi yek tên paqijkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê roja berê girê herî stratejîk Miştenûr azad kir û di heman demê de nexweşxaneya mezin û rêya ketina bajar ji çeteyan paqijkirin. Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necarman cih û warên xwe bi terikînin û hatin herêmê piştî azadkirina girê Miştenûr kelecanek ket nava wan. Welatiyê Kobanê yên li konbajarê ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye vedan de dimînin ji bo azad kirina girê Miştenûrê bi çavên xwe bibînin hatin li ser girê beranberî Miştenûrê.

Rêyên derdorê di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye

Piştî azadkirina girê Miştenûrê ji aliyê YPG/YPJ'ê ve, welatiyên Kobanê di wê baweriyê de ne ku di demeke kurt de wê navenda bajar û hemû gund jî azad bibin. Welatiyê Kobanê Mehmûdê Hemdo got ku beriya azadkirina Miştenûrê hemû rê li çeteyan vekirî bûn û wiha axivî: "Alîkariyên ji rojava ve ji Cerablûsê ji başûr ve ji Reqqayê û ji rojhilat ve ji Girê Spî dihatin ji çeteyan re, digihîştin Kaniya Kurdan. Piştî azadkirina Girê Miştenûrê, ev rê êdî qut bûn." Mehmûd da zanîn ku girê Miştenûrê girekî li ser hemû rêyan serdest e, lewma xwedî girîngiyeke mezin e û wiha pêde çû: "Di serî de temamiya Deşta Pirsûsê, li başûr-rojhilat Şêran, Tilêjbê, Sirrin, rêya Helebê, li rojava Cerablûs, Şiyux, Çarik, li rojhilat jî Mizirdawid, Kîkan, Begdîk û Taşlûk û hemû rêyên diçin van gundan, ketin bin kontrola YPG/YPJ'iyên li Miştenûrê."

Nexweşxane li Elîşarê ye

Mehmûd anî ziman ku wan çeteyên DAIŞ'ê mirî û birîndarên xwe çawa birine Elîşarê wiha berdewam kir: "Nobedarên li ser sînor jî beriya niha ragihandibûn ku dibistana li gundê Elîşarê veguheriye nexweşxaneyê û birîndar li vir tên tedawîkirin. Piştî Miştenûrê, kêm maye mizgîniya azadkirina navenda bajar û hemû gundan bê dayîn. Gava mizgînî were dayîn, sînor wê bêwate bibin. Em ê biçin warê xwe."

(zt)