Navê YPJ'ê êdî navê zarokan dixemilîne
09:42
JINHA
RIHA - Şervanên YPJ'ê bi berxwedana bêhempa ya di şoreşa Rojava û herî dawî jî di berxwedana Kobanê bala cîhanê kişand ser xwe. Navê şervanên YPJ'ê tenê ne wek yekîneyên tenê tên naskirin, êdî wek navê bebikan jî navê zarokan dixemilîne. Welatiya bi navê Bêrîvan Şahîn ji ber ku şervanên YPJ'ê di şerê Kobanê de berxwedanek bêhempa dimeşîne navê "YPJ" li keça xwe kir.
Şervanên Yekîneyên Parastina Jina (YPJ) di şoreşa Rojava de derket holê û bi berxwedana Kobanêya bêhemapa bala cîhanê kişand ser xwe. Piştî êrîşên çeteyên hovanê DAIŞ'ê şervanên YPJ/YPG’ê berxwedanek bêhempa û destanî Kantona Kobanê parastin û nehiştin Kobanê têkeve destên çeteyan. Piştî vê berxwedana dîrokî navê şervanên YPJ'ê dinyayê bû mijara sereke. Di gelek kovaran de cih girtin û navên xwe di dîrokê de bi herfên zêrîn nivîsandin. Welatiya bi navê Bêrîvan Şahîn jî wek bi hezaran welatiyên Kobanê ji ber êrîşên eteyên DIAŞ'ê welatê xwe terk kiriye hatiye Pirsûsê û di konbajarê Şehîd Gelhad de bi cih bûye bi hesreta vegera welatê xwe dijî. Bêrîvan ji ber ku şervanên YPJ'ê di şerê Kobanê de berxwedanek bêhempa dimeşîne navê "YPJ" li keça xwe kir.
'Jinên YPJ'ê rûmeta me ne'
Bêrîvan bi lêv kir ku ji ber YPJ ji bo wan şerê rûmetê û dozê dike navê YPJ'ê li keça xwe YPJ lê danî ye. Bêrîvan da zanîn ku şervanên YPJ di cihanê de bû ye mijara sereke û êdî her kes şervanên YPJ'ê nas dikin. Her wiha Şahîn got ku YPJ bi berxwedana xwe nehişt Kobanê bikeve û wiha axivî: "Dema ez ji Kobanê hatim du zarokên min hebû. Ez hatim vir xwedê ev keç dan min. Berî bebika min bê dinyayê min ji xwe re biryar da bû. Dema kur çê biba minê YPG, keç çêbiba dê YPJ ba. Keçik çêbû min jî navê YPJ lê kir. Di berxwedana şerê Kobanê de me jî gelek şehîd dan. YPJ/YPG rûmeta me ye. Ez bi bawerim ku keça min YPJ, dê tola van şehîdê me ji van çeteyên qirêj ve bistîne."
'Keça min YPJ, dê tola şehîdên me hilîne'
Bêrîvan destnîşan kir ku ne jî şervanê YPJ/YPG'ê ba, dê çeteyên hovanê yên DAIŞ'ê gelê Kobanê hemû qetil bikirana û hebûna xwe girêdayî şervanê YPJ/YPG'ê ye. Bêrîvan diyar kir ku ji bo navê YPJ'ê neyên jibîrkirin navê keça xwe lê liyaq dîti ye û wiha got: "Em çi bikin jî em nikare mafê wan keçê me yî ciwan bidin. Wek Arîn Mîrkana ji bo Kobanê nekeve bedena xwe kir bombe û di nav çeteyan teqand. Ji bo em jî layiqî wan bibin divê em di rêya wan de bimeşin. Ji bo keçê min û kurê min liyaqî wan bibe ez ê hewl bidim. Bijî berxwedana YPJ/YPG û berxwedana Kobanê. Ez bawerim rojek pir nêzî de ez û zarên xwe biçin Kobanê û zarokên xwe û YPJ'a xwe li ser axa xwe mezin bikim."
(kom/zt)

