Di roja 129’an de silav dayîna berxwedana YPG û YPJ’ê

12:47

 


JINHA


RIHA - Nobeda li ser sînor, ku piştî azadkirina Miştenûrê li benda mizgîniya serketina Kobanê ne, di roja 129’an de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.


Berxwedana dîrokî ya Kobanê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin, ket roja 129'an. Di serî de Girê Miştenûrê, ku xwedî girîngiyeke stratejîk e hêzên YPG/YPJ'ê gelek nuqte bi dest xistin. Ev serketina YPG/YPJ'ê li ser xetê li Pirsûsê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Bi sedan kesên li gundên Mehser û Miseynterê hatin cem hev, bi çalakiya zincîra ji mirovan a veguheriye kevneşopiyekê, berê xwe dan Kobanê û bi qîrîna dirûşman berxwedana mezin silav kirin.


Li dû çalakiyê, girseya gel li gundên Mehser û Miseynterê ku qada jiyana kolektîf e paqijiya hawirdorê kir.


(zt)