3 tankên çeteyan hatin desteserkirin
12:55
JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, 3 tanqên ku di şerê beriya niha de hatibûn derbkirin û çekek hawanê desteser kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, li eniya başûrê Kobanê şervanên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirinê de li derdora nexweşxaneya mezin û rêya ketina bajêr a ji aliyê Helebê tê pêngava xwe didomînin. Di vê pêngavê de 3 tanqên çeteyan ku beriya niha hatibûn derbkirin, batarya hawanê ya 120 mm û gelek guleyên hawanê hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku li eniya başûr-rojhilat û başûrê Kobanê jî şevê din di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn derketine, lê der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa li eniya rojhilat jî li derdora girê Miştenûr û rêya 48’an şer didome.
Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê ku windahiyên mezin didin, topên hawanê diavêjin girê Miştenûr û taxên bajar.
(zt)
