Ji jinên Kobanê re semînera tenduristiyê hat dayîn
13:26
JINHA
AMED – Şaredariya Yenîşehîrê ji bo jinên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçî Amedê kirine re sermînerek ser tenduristiyê dan. Di Sermînerê de Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Beytaş axivî û diyar kir ku di civakê de ji berê de jin dermançêker bûn, lê niha pargala heyî wan mahkumî nexweşiyê kirine. Lê ew dixwazin jin tendurisriya xwe baş bi zanibin.
Ji Jinên Kobanê yên ji ber êrîşê DAİŞ'ê koçî Amedê kirine re semînerek ya tenduristiyê bi semînerek hat dayîn. Di Semînera ku ji aliyê şaraderîya Yenîşehîrê ve hati bû organîze kirin de endemê SES'ê di mijarên plansaziya malbatê û paqijiyê de perwerde dan. Di semînera ku li li taxa Toplukunut dayîn de Hevderoka Şaradariya Yenîşehîrê Ulku Beytaş û endemê SES'e Ozlem Anli, Evin Karabîber û gelek jin tevlî semînerê bûn. Di semînerê de Ulku axivî û diyar kir ku di civakê de ji berê de jin dermançêker bûn lê niha vê pargalê wan mahkumî nexweşiyê kirine lê ew dixwazin jin tendurisriya xwe baş bi zanibin û bi vê armancê perwerda tendûristiyê didin. Ulku balkişand ser icadên kû jina di tibê de kiriye û ev tişt got: "Îro civakeke naxweş heye û ev nexweşî di pergala kapitalist de bi derman nayê çareserkirin tenê armanc firotina dermane."
Ulku di dawi axaftina xwe de spasî ya xwe ji endamên SES'ê re anî ziman û diya kir ku Endamên SES’ê xebatek giring dikin. Piştî axaftina Ulku endema SES'ê Evîn Karabîber li ser plansaziya malbatê û paqijiyê perwerde da jinan. Di dawî ya perwerdê de pakêtên ji bo tendûristiya jinan hati bûn amadekirin hatin belav kirin.
(ma/zt)
