Sun zayendîtiya xwe di internetê de bedewam dike!
15:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Sun ya li gel bertekên jinan jî ev 45 salin di rupela xwe ya sêyan de wêneyên jinan tazî didin, dawî li wê polîtîkaya xwe anî. Bahaneya wan ewbû êdî dikarin di medyayên civakî de xwe bigihînin wan wêneyan. Rojnameya Sun di sîteyên xwe yên civakî de hişmendiya xwe ye zayendîtî berdewam dike.
Tê zanîn k udi aliyê zayendîtî û jin weke objeya zayendî di medya de derxistina pêş heye. Yek ji rêveberên mîrasa zayenditiyê Rojnameya Sun ya ji sala 1970’an heya niha weşanê dikiye. Rojnama Sun di rupela xwe ya sêyan de wêneyê jinan ji nîvî û pêlil tazî dide. Li gel di sala 1980’an de feministan bertek nîşandane jî rojname di weşana xwe ya zayenditiyê de israr dike. Hat zanîn ku rojnameya 45 salan ser bedena jinan zayendîti dikir dawî li wê polîtîkaya xwe anî. Lê ev baldariya xwe jî cardin bi awayek zayendîtî da diyarkirin. Bahaneya wan ewbû êdî dikarin di medyayên civakî de xwe bigihînin wan wêneyan. Rojnameya Sun di sîteyên xwe yên civakî de hişmendiya xwe ye zayendîtî berdewam dike.
Xwediyê Rojnamê Rupert Murdoch anî ziman ku modeya wan wêneyan çuye, ji xwe kî bixwaze dikare di medyaya civakî de xwe bigihînin wan wêneyan, êdî ji bo xwe gihandina wan wêneyan kes rojnamê nagirin.
(zt)
