Dê li Stockoholm ê konferansa kantonên Rojava bêlidarxistin

15:57

 


JINHA


STOCKHOLM - Navenda Perwerdeyê ya Karkeran  (ABF) a li Stockholm a Swêdê  ji konferanseke ku rêveberên Kantona Efrîn, Cizîr û Kobanê tevli dibin wê pêk bîne.


Konferansa ku Foruma Çep a Navneteweyî bi ABF’ê re organîzekiriye, wê pêvajoya kantonên Rojava, birêvebirina xweseriya demokratîk, têkiliyên navbera gelan, êrîşên li dijî Rojava û berxwedana Kobanê wê bê nîqaşkirin. Konferans wê  di 24’ê Çile de saet di 10.00’an de destpê bike. Axaftina vekirinê wê seroka Foruma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîv bike.  her wiha rojnamerê serbest yê derbasî çapemeniya Swêdê bû  Joakîm Medîn jî wê rastiyên ku şahdiya wê li Rojava kiriye parve bike. Belgefîlmek ku geşedanên Rojava û Kobanê vedibêje wê bê nîşandan û piştre jî  panelek ku Hevseroka Konseya Kurd a Rojava Sînem Mihemmed, Endamê Konseya Neteweyî ya Suriyeyê Bassam Îshak û  serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Rojava Saund Almalla wê tevli bibe pêk bê.


Piştî nîvro jî wê panelek ku geşedanên siyasî û aborî tên dest girtin bê pêk bê.  Panel wê moderatoriya wê rojnameger Ivar Andersen bike û her wiha ji Kantona Efrînê Fatema Taher Issa, ji Kantona Kobanê Faeza Abdî û ji Kantona Cizîrê Elîzabeth Kourîe wek axaftinker tevli bibe.


Panelîst piştre wê pirsan bibersivînin.


(zt)