Çîroka jiyana Fatma û Şukriye ya bi feqîriyê hatî honandin
09:11
JINHA
AMED - Pîra Fatma ya k udi nava Suran de bi hejariyek mezin 7 zarok xwedî dirî, niha jî ji bo 3 neviyên yên xwe yên diya wan jiyana xwe ji dest dayî û bavê wan jî hişê xwe wenda kirî tekoşîna jiyanê dide. Fatma ya ku ji bo pêşeroja neviyên xwe fikaran dike ji peyîwendîdaran alîkariyê dixwaze. Di heman taxê de Şukriye Kizilkaya ya cipsan difiroşe û bi wê li neviyên xwe dinêre. Şukriye bi 2-3 TL yên nava rojê qazanc dike pêdiviyên xwe yên jiyana rojane tîne cîh.
Li taxa Hasirli ya navçeya Surê din ava jiyana hejariyê de her jinek xwediyê çîrokek cuda ya jiyanêye. Ji wan jinan jî du jinên zarokên xwe mezin kirine û niha jî li neviyên xwe dinêrin Fatma Ozgezici ya (58) û Şukriye Kizilkaya (56) ne. Gelek xalên jiyana Fatma û Şukriye yên hevbeş hene. Her du jinên ku gundê wan hatî şewitandin û neçar mane koç kirine, ji bo neviyên xwe yên bi sedemên cud ji dayîk û bavê xwe qut bûne hem dayîktî û hem jî bavtiyê dikin.
Jiyana xwe bi firotina cipsan dike
Şukriye ya li taxa Hasirli yê serê kolanê qartonek li erdê raxistî û ser wê kartonê jî cips berhev kirî û difiroşe li hemberî feqîriyê berxwedana xwe berdewam dike. Şukriye ya dayîka 7 zarokan berîniha 25 salan gundê wê hatiye şewitandin û wê li gel zarokên xwe koçî Amedê kiriye. Piştî ji gund derketin demekê hevserê wê jî jiyana xwe jidest da. Şukriye ya ku bi tena serê xwe tekoşîna jiyanê dida ji bo ku bikare zarokên xwe xwedîbike karkeriya demsalê û gelek karên dinê kiriye. Niha Şukriye bi qazanckirina 2-3 TL yan debara jiyana xwe dike.
‘Ez di her karî de xebitîme’
Jiyana Şukriye gotina “Her jinek çîrokeke” rast derdixe holê. Şukriye ya hîna bi hesreta gundê xwe dijî, dema ku ji axê qut bûye êdî rastî hejariyê hatiye. Şukriye bêrîkirinên xwe wiha tîne ziman: “Li gund jiyanek ya me ya gelek xweş hebû. Li holê tuştek nebû hatin gundê me şewitandin. Hemû tuştên me tar û mar û talan kirin. Tuştek yê me nema, em wiha hatin sirgun kirin û hatin li Amedê bicîh bûn. Ji wê demê heya niha em dinava hejariyê de dijîn.” Şukriye ya ku bi feqîriyê re tekoşînê dike wiha domand: “Piştî gundê me hat valakirin me gelek tengasî jiyan kir. Ez di hemû karan de xebitîm. Min karkeriya demsalê jî kir. Heya niha jî ji bo ku birçînemînim dixebitim.”
Li 3 neviyên xwe dinêre
Fatma ya ku ji bo 3 neviyên xwe yên bi emanetî li gel xwe girtiye hem dayîk û hem jî bave. Fatma ya ku 7 zarokên xwe din ava feqîriyê de bi keda destê xwe mezinkiriye û zewicandiye, hevjîna lawek yê wê ji ber nexweşiyê jiyana xwe jidest da. Paşê jî bavê wan zarokan hişê xwe wendakir. Fatma ya ku ji bo 3 neviyên xwe bê dayîk nehêle, li neviyên xwe yên bi navê Erkan (7), Suna (5) û Ozgul ê (3) bi heskirin dinêre. Fatma ya ku dema derdikeve kolanê jî zarokan bi tenê nahêle got: “Piştî diya wan jiyana xwe jidest da ji derveyî min kes yê li wan binêre nebû. Min jî ew girtin ba xwe û weke çavên xwe li wan dinêrî.” Fatma ya ku pêdivî bi xwe li ser piyan girtinê dîtî wiha berdewam dike: “Piştî ku bûka min jiyan xwe jidest da, kurê min nikarî xwe li ber êşa wendakirina wê bigire û hişê xwe wendakir. Ew ne di rewşa li zarokên xwe binêre debû. Bi qasî neviyên min pêdiviya wî jî b imin heye. Hevserê min jî j imin kaltire û nexweşe. Ez jî nexweşim lê neçarim ku bi hêz bisekinim. Ji derdê wan êdî min xwe jibîr kiriye.”
‘Heger tuştek b imin bê dê ew perîşan bibin’
Pîra Fatma anî ziman ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di malê de karkerê me nîne. Tenê dahata me ser 400 TL maşê min yê pîrîniyêye. Bi vî perî jî debar gelek zore. Ez her dem difikirim ku heger tiştek l imin bê dê çî li van zarokan bê? Heta temenê min hebe ezê li wan binêrim, lê dema ku tuştek l imin bê jî dê ew perîşan bibin. Sibê disbê dê mezin bibin û biçin dibistanê, ezê bi kîjan peran bikarim wan bidim xwendin. Dema ku ew mezin bibin dê pêdiviyên wan jî zêde bibin.”
‘Ozgul Suna dixe cihê diya xwe’
Fatma bilêv kir ku bi tena serê xwe hem ji bo neviyên xwe dê, hem bav û hem jî pîrik bûye her dem hewildaye girêdana navbera wan de çêke û wiha mezin kiriye wiha dibêje: “Hîna Suna 5 saliye Ozgul jî 3 saliye. Piştî mirina diya wan ew pir bi hev ve hatine girêdan. Ew tucarî şer nakin, girêdana navbera wan de gelek bihêze. Ozgul Suna xistiye cihê diya xwe, heta xwarinê jî bi destê wê dixwe. Heger ez nebim jî dê ew bi hev ve girêdayîbin û li hev xwedî derkevin.”
(ae/zt)

