Ji girtiyên jin alîkariya bi wate
09:16
JINHA
RIHA - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakrana Alîagayê tên girtin ji bo zarokên Kobanê mame şandin Pirsûsê.
Di çarçoveya kampanya piştgirî û piştevaniya ji bo gelê Kobanê bênavber dewam dike. Welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Jinên li Girtîgeha Şakrana Alîagayê tên girtin ji bo zarokên Kobanê di nava xwe de pere kom kirin ew pere dan mama û ji bo zarokên Kobanê şandin Pirsûsê. Berpirsê depoya alîkariyê Asli Saraç der barê alîkariyê de diyar kir ku yek ji alîkariyên tên ya herî giring jî ji girtiyên jin yê li Girtîgeha Şakrana Alîagayê de hat û wiha got: "Em bi piştgiriya alîkariyê gelek keyfxweş bûn. Hevalên girtî ji xwarin xwe, cixara xwe kêm kirin û ji bo bebikên me dan mame û şandin. Ev ne tiştek ji rêzê ye. Tevî rewşa wan ya girtîgehê dîsa jî bi canê xwe ew li cem mene. Em weke endamên kampanyayê silavên xwe ji wan re dişînin."
'Em her dem bi rêhevalên xwe yên jin serbilindin'
Asli bi lêv kir ku jinên kurd li her derê li ber xwe didin û wiha got: "Jinên kurd li her derê têdikoşin. Serê xwe li hemberî tu kesê natewînin. Em her dem bi rêhevalên xwe yên jin serbilind in. Ev berxwedana bêhempa ya jinên kurd li Rojava bû sembola azadiya tevahî jinên têkoşer."
Asli balkişan ser şert û mercên demsala zivistanê û wiha axivî: "Her ku diçe şert û mercên zivistanê zehmet dibe. Ji bo gelême efad, mama, biberon û cil û bergên zivistanê pêwist e. Ya herî girîng mama yê 1-2-3-4 jimare ji bo bebekan were şandin. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin, ji ber ku zarokên me pêşeroja me ye. Dixwazin zarokên me werin kuştin û pêşe roja me tarî bikin."
(kom/zt)

