'Pêdivî bi xebatkarên dildar heye'
09:22
JINHA
RIHA - Xebatkarên dildar ên ji bo gelên Kobanê hatin Pirsûsê yên di cihê mûameleya agahiyên de dixebitin bênavber xebatên xwe didomînin. Xebatkara dildar Evrîm Kurdoglu got ku ji bo belavkirina alîkariya 7'ê sibatê pêdivî ji bo xebatkarên dildar heye.
Xebatkarên dildar ên ji bo gelên Kobanê hatin Pirsûsê yên di cihê mûameleya agahiyên de dixebitin bênavber xebatên xwe didomînin. Hemû agahiyên malbatan bi awayek rêk û pêk tên tomar kirin. Hêjmara malbata, nexweşî, zarokên nû hatinin dinê ji aliyê xebatkarên dildar tên nîşan dan. Xebatkara dildar bi navê Evrîm Kurdoglu da zanîn ku ji bo welatiyên Kobanê ev nêzî 4 mehan de di beşa mûameleya agahiyan de dixebite û ji bo pirsgirêkên welatiyê Kobanê çareser bike şev û roj dixebite.
Evrîm diyar kir ku ji bo alîkarî wek hev û bi awayekî bi pergal bên belavkirin ev cihek gelek girînge û wiha axivî: "Ez di serî de li vê derê me. Destpêkê lîsteya alîkariyê tê vê derê. Kêmasî çiye, ji bo wan em çi bikin dê baş be? Em li ser vê mijarê rawestin. Ji bo alîkarî jî bê navber bigihêje welattiyên me yê Kobanê gelek kampanya hatiye destpêkirin. Gelemperî kêmasî û bangawazî li ser mama û cil û bergên zivistanê yên zarokan heye. Ji bo welatiyên me yê Kobanê em çi bikin jî ne bes e. Divê her kes werin Pirsûsê û ji bo xwişk û birayên xwe bixebitin."
'Pêdivî bi xebatkarên dildar heye'
Evrîm destnîşan kir ku nêzî 55 hezar koçberên Kobanê hatiye Pirsûsê û di bin şert û mercên zivistanê de jiyana xwe didomînin. Evrîm bi lêv kir ku ji hêla gelek STK'yan jî plansazî hatiye lidarxistin û gorî van xebatan bi awayekî bi pergal û bi rêxistinî tên meşandin. Evrîm di axaftina xwede bal kişand ser kêmasiya xebatkarên dildar û wiha got: "Divê her kes bên Pirsûsê û rewşa wan bibîni û em li wan xwedî derbikevin. Ji bo 7'ê meha pêşiya me de dê alav bên belavkirin û pêdivî bi xebatkarên dilar heye."
'Bila hemû kes werin Pirsûsê'
Xwendekarê bi navê Zeynep Kaşli ê ji Ewrûpayê hatiye û dixwazi heta dawiyê ji bo gelê Kobanê bixebiti û wiha axivî: "Ez ji Îzmîrê me. Lê ez ji Hollandayê hatim heya vê derê. Min jî xwest ji bo welatiyên Kobanê alîkarîyê bikim. Ev 4 roj ez li vê derê me. Ez dixwazim hemû xwendekar bên vir ji bo gelê Kobanê bi xebitin."
Welatiya bi navê Seda Karakaş jî anî ziman ku ji ber serhildana di 6-8'ê cotmehê de ya ji bo Kobanê rabûn ser wî bandor kiriye û wiha got: "Piştî bûyerê Kobanê yên li Tirkiyeyê û Kurdîstanê pêk hatin ez gelek dibin bandorê de mam. Her kes, heta cîhan jî rabûn ser piyan. Min jî xwest ez werim Pirsûsê û alîkariya welatiyê Kobanê bikim."
(kom/zt)

