Tekoîna jiyana cêwiyan li hember nexweşiya MPS ê

10:46

 


Rozerin Tekin/JINHA


AMED – Li Amedê du zarokên cêwiyên ji zikmakî bi nexweşiya MPS ê ketine û li hemberî nexweşiya xwe tekoşîna jiyanê didin. Dawîka cêwiyan Kubra Sayan diyar kir k udi derbarê nexweşiya zarokên xwe de ji bijîşkan agahî negirtinye û ji bo tedawiya wan li benda alîkariyêye.


Dayîka ku ji ber nexweşiya Mukopolisakkaridoz (MPS) zarokek ya wê jiyana xwe ji dest daye, ji bo qurtarkirina zaroka xwe ya dinê alîkariyê dixwaze. Dayîka 6 zarokan Kubra Sayan ya li taxa 5 Nisanê dirune wê kurê xwe yê 9 salî ji ber nexweşiya MPS’ê wendakir. Kubra da zanîn ku ji ber rewşa wan ya madî nebaşe ew nikarin keça xwe ya 8 salî ku bi heman nexweşiyê ketiye tedawî bikin.


Di aliyê fîzîkî de jî nayên gihiştin


Kubra destnîşan kir ku tenê hevserê wê dixebite û rewşa wan ya madî nebaşe. Kubra derbirî ku her duşem ew ji bo tedawiya keçên xwe diçe nexweşxanê û di dema çunê de jî heta di dayîna kiriya rê de jî zoriyan dikêşin û wiha got: “Em nizanin tedawiyek ya vê nexweşiyê heye yan ne. Em bi dermanan tedawî dikin lê ev ne tedawiyek raste. Ji ber vê nexweşiyê min zarokek ya xwe wenda kiriye. Ji bo tedawiya zarokên xwe ez neçar dibim diçim Edeneyê. Ji bo tedawiya zarokên xwe çî bê kirin emê bikin, lê ji bo tedawî û başbûna wan bijîşk agahiyên şînber nadin. Heger tedawiyek rast heye em ji peyîwendîdaran alîkariyê dixwazin.” Kubra bilêv kir k udi aliyê fîzîkî de jî pir pêşdeçuna zarokên wê nîne û wiha domand: “Keçikên min yên nexweş 8 salîne, lê xwişka wan Sumeye 6 saliye ji wan mezintir dixwiyê. Ew ji bom in dibêjin: ‘Dayê bejna Sumeye ji ya me bilind tire. Çima em wiha kinin.”


‘Di aliyê madî de rewşa me nebaşe em di tedawiyê de gelek dikevin zorê’


Kubra anî ziman ku keçikên wê dema ku diçin dibistanê nikarin pênûsê jî bigirin û zarokên dibistanê henegên xwe bi wan dikin û wiha domand: “Ji ber vê nexweşiyê ji ber hem zarokên min mezin nabin û hem jî destê wan werimîne zarokên hevalên wan henegên xwe pêdikin. Gelek mirovên bi vê nexweşiyê ketine hene, ez niha wan baş têdigihim. Ji ber rewşa me ya aborî pir nebaşe em di aliyê tedawiya zarokên xwe de gelek zoriyê dibînin. Heta em diçin nexwşxanê û tên gelek zoriyan dibînin û zarokên me nexweş dibin. Emê çî bikin nizaninî, ne tenê ji bom e bila ji bo hemû nexwşan alîkarî bêkirin.”


‘Min keça xwe ya 12 salî ji dibistanê girt’


Kubra derbirî kul i aliyekê nexweşiyên zarokên wê û li aliyê dinê jî feqîriya wan ew neçar kirine û nizanin dê çî bikin û wiha axivî: “Çend meh berê ez diçum paqijiyê. Hem ji ber mîgrena xwe û hem jî li zarokên xwe nêrînê min dest ji wê jî berda. Ji ber ez pir diketim zorê min keça xwe ya mezin ji dibistanê kir. Ez neçar dibim ku keça xwe ya 12 salî bi wan re rêdikim nexweşxanê.”


(zt)