Li Ukranyaya ku tansyon nayê xwar hijmara miriyan zêdeye

11:14

 


JINHA


KİEV-BERLİN - Li rojhilatê Ukraynayê, tevî agirbesta di meha Îlonê de hatiye ragihandin jî, tasyona di navbera artêşê û komên Rûs ên alîgirên serxwebûnê dewam dike. Li gel êrîşa Ukraynayê ya pêr rê li ber mirina gelek sivîlan vekir jî di hevdîtinên li Berlînê yên duh de di mijara vekişandina çekên giran de li hev kirin, hat ragihandin.


Hêviyên li ser bidawîkirina pevçûnên li herêma Donbassê, ku Donetsk û Lûgansk di nav de ye, careke din derb xwar. Di bombebarana pêr a ji aliyê artêşê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 29 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber êrîşên yekîneyên topî yên artêşa Ukraynayê, pevçûnên navbera aliyan derketibû asta herî xetere ya mehên dawî.


Di navbera Rûsên li Donetsk û Lûganskê di bin navê 'Komara Gel' de serxwebûn ragihandin û hikûmeta Ukraynayê de hewldanên navbeynkariyê dewam dikin. Duh êvarê li paytexta Elmanya Berlînê, bi beşdariya wezîrên karên derve yên Fransa, Rûsya, Ukrayna û Elmanyayê hevdîtinek ji 3 saetan hat kirin û li dû hevdîtinê hin daxuyaniyên erênî hatin dayîn. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Frank Walter-Steinmeier li ser hevdîtinan daxuyanî da û ragihand ku Rûsya û Ukrayna li ser vekişandina çekên giran ji herêmên rojhilat, li hev kirine. Steinmeier diyar kir ku ew ê vekişandina çekan li gorî xeta sînor a di meha Îlonê de li ser li hev kirin çêbûbû, bê kirin.


Steinmeier da zanîn ku di hevdîtinan de 'pêşketineke tê dîtine heye' û anî ziman, lê belê hînê zû ye behsa encama misoger bê kirin.


(zt)