Meşa Jinên Cîhanê Sakîne, Fîdan û Leyla bibîranîn
11:28
JINHA
TOULOUSE - Li bajarê Fransa Toûloûse, Marche Mondial Femmes Meşa Jinê ya Cîhanê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, bibîr anî.
Li bajarê Fransa Toûloûse, Meşa Jinê ya Cîhanê bi civînekê Cansiz, Dogan û Şaylemez bibîr anî. Di civîna li Salle l’Espace des Diversite et de la Laïcité ya saet di 18:00 de, li ser navê Marche Mondial Femmes Madelaîne Castex axivî. Madelaîne da xuyakirin ku Meşa Jinê ya Cîhanê ku saziyek ji bo mafên jinan têdikoş e, li dijî her şêweyê şîdeta li hemberî jinê ye.
‘Em weke Meşa Jinê ya Cîhanê, di destpêkê de em ê biçin Pirsûsê’
Madelaîne ragihand ku îro ji Bangladeşê heta Bûenos Aîres, ji Washîngtonê heta Pekînê şîdeta li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe û got, "Lê belê bi têkoşîna azadiyê ya îro li Rojhilata Navîn tê dayîn re, bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd re û em ên têkoşîna mafên jinê dimeşînin, bûn hêviyeke mezin. Jinên Kurd ên îro li Rojava ji hevserokatiyê heta refên herî pêş ên şer li her qadê cih digirin, ne tenê bala Rojhilata Navîn a tevahiya cîhanê kişandine û nîşanî tevahiya cîhanê dane ku têkoşînek jin di nav de be, bi çi rengî dikare li ber xwe bide. Di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de jinên Kurd bi YPJ'ê re di hişmendiya azadiyê de bûne sembol. Ya ku îro dikeve ser milê me jî destekkirina vê têkoşîna Kurdan e û xurtkirina wê ye. Em weke Meşa Jinê ya Cîhanê, di destpêkê de em ê biçin Pirsûsê û li cem jinên li Kobanê li ber xwe didin cih bigirin . Em ê îsal 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji Kurdistanê, ji Amedê bidin destpêkirin.
Madelaîne ragihand ku qedexeya li ser PKK'ê ya li Ewropayê bê wate bûye û anî ziman ku bi vê yekê re demokrasiya Ewropayê bûye mijara nîqaşê. Nûnera Têkiliyên Derve ya Konseya Demokratîk a Kurdên li Fransayê Fîdan Unlubayir jî di axaftina xwe ya li civînê de, der barê pêvajoya hiqûqî ya piştî komkujiyê de agahî da.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Toûloûse Nafiye Ataç jî diyar kir ku ji bo Fransayê Jeanne d’Arc kî be, ji bo Kurdan jî Sakîne Cansiz tê heman wateyê. Nafiye ragihand ku Cansiz damezrînera têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê ye. Nafiye got, "Em ê daxwaza xwe ya azadiyê di her firsendê de bînin ziman. Heta ev komkujî bê ronîkirin em her li qadan bin."
(zt)

