Ji Kobanê re selam berxwedan dewam
12:41
JINHA
RIHA - Bi sedan welatiyên ku li gundên Mehser û Miseynterê hatin ba hev bi zincîra mirovan ve cara 130'emîn berxwedana Kobanê re silav şandin.
Li Kobanê berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi operasyonên paqijkirinê di roja 130'emîn de dewam dike. Berxwedana li ser sînor li gundê Mehser û Miseynterê jî ji bo piştgiriyê nobeta berxwedanê bi tevlibûuna komên nû didome. Bi sedan welatiyên li gundê Mehser û Miseynterê hatin cem bi çoşa girtina girê Miştenûrê berxwedana silav kirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Çalakiya li ser sînor ji aliyê komên ji Amed, Wan û Mûşê hatin nobet dewr girtin. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê, KCK'ê hatin rakirin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê", "Silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî berxwedana Şengalê" hatin berzkirin û welatiyan berê xwe dan Kobanê û bejna xwe tewandin.
(zt)

