Li Rojhilatê Kobanê pêşdeçun
12:48
JINHA
KOBANÊ - Hat hînbûn ku hêzên YPG û YPJ’ê piştî beşa li taxa Sukulhal û Sîna ya rojhilatê Kobanê niha jî Benzîngeha Haci Mahmut, Kasapxane û kolana pişt Dibistana Reş ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Di encama operasyon û hewldanên çeteyan de 19 çete hatin kuştin.
Operasyona ku hêzên YPG û YPJ’ê duh êvarê de li eniya rojhilat li dijî çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin bi dijwariyek mezin didome. Hêzên YPG û YPJ’ê ku beşek taxa Sukulhal û Sîna ji çeteyan paqij kir, hat hîbnûn ku Benzîngeha Haci Mahmut, Kasapxane û kolana pişt Dibistana reş ji çeteyan paqij kirin. Hat hînbûn ku di operasyona eniya rojhilat de 11 çete hatine kuştin û pevçûnên dijwar didomin.
Li aliyê din çeteyan li dijî girê Miştenûr ku hat azadkirin li gundê Helînc êrîş pêk anî. Hêzên YPG û YPJ’ê êrîş şikandin û 8 çete kuştin.
(zt)
