Ji parêzer Eren Keskin re 10 meh cezayê girtîgehê

13:01

 


JINHA


STENBOL - Parêzer Eren Keskin, di sala 2005 'de piştî kuştina Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî tevlî konferansek bûbû ji ber gotinê wê doz lê hatibû vekirin.  Ji Eren re ji ber gotinê wek: "Dewlet xwedî feresetek hovane ye loma kare zarokekî 12 salî bikuje, Turkiye mecbure hesab bide. Dîroka Turkiyê dirokeka qirêj e" 10 meh cezayê girtîgehê hat dayin.


Parêzvana mafên morovan Eren Keskin,  tevlî konferansa ku ji aliyê partiya DEHAP'ê ya navçeya Çerkezkoy ve hatibû organize kirin bûbû. Eren di koneransa ku mijara wê "mafên mirovan" bû balkilandi bû ser Ugur Kaymazê 12 salî ku li Mêrdînê hatibû qetilkirin. Eren di axaftina xwe de gotibû: "Dewlet xwedî feresetek hovane ye loma kare zarokekî 12 salî bikuje, Turkiye mecbure hesab bide. Dîroka Turkiyê dirokeka qirêj e. Komara Türkiyê kujerekî dest bi xwin e. Heta ku dewlet lêborîna xwe nexwaze kes bila behsa aşitî yê neke."Ji ber axaftina Eren bi sucê weke " Komara Turkiyê  biçûk xistiye"  li 1'emin Asliye Dadgeha Çerkezkoyê doz hatibû vekirin.


Danişîna dawi ya dozê di 12 Kanuna 2014'an de hatibû dîtin. Di danişîna dadgehê de Eren mahkûmî 10 meh cezayê girtîgehê kirin.


(ma/zt)