Miştenûrê taca azadiyê li serê xwe kir
13:37
JINHA
RIHA - Girê Miştenûrê ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, duh bi şev bi projektoran hat ronîkirin. Ji nobedarên li ser sînor ên li gundê Mehserê Abdulhamît Kaya ji bo vê tîrêja ronahiyê got, "Hevalan, taca azadiyê danîn ser serê melîkeya Kurdistanê."
Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê ev 130 roj in li dijî êrîşên bi tank, top û çekên giran tê meşandin, bi operasyonên azadkirinê dewam dike. Li Kobanê, ku Girê Miştenûrê û eniya başûr bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin û li eniya rojhilat jî operasyonên paqijkirinê dewam dikin, duh bi şev bi awayekî sîmetrîk bi projektoran Girê Miştenûrê hat ronîkirin. Ev ronahiya serketinê ya li Kobanê, li gundên Mehser û Miseynter ên nobeda berxwedanê lê tê girtin, rê li ber coşeke mezin vekir. Tîrêjên vê ronahiyê yên li ser serê Miştenûrê giha hev, ji aliyê nobedarên li ser sînor ve weke 'Taca azadiyê ya Kobanê' hat pênasekirin.
'miştenûrê taca azadiyê danî ser serê xwe'
Ji nobedarên berxwedanê Abdulhamît Kaya yê ji Dêrika Çiyayê Mazî ye û ji Mêrsînê beşdarî çalakiyê bû, ev ronahiya li ser gir şiband taca bûk an jî melîke datînin serê xwe û got, "Kobanê, ku di nava tevgera azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e û fermandarên mezin jê derket, ev dilsoziya xwe bi berxwedana xwe ya mezin re careke din nîşan da. Hêzên berxwedanê taca azadiyê danîn ser serê melîkeya Kurdistanê."
Abdulhamît ku zarokekî wî jî li Kobanê di nava refên berxwedanê de cih digire, destnîşan kir ku azadiya Kobanê tê wateya azadiya tevahiya Kurdistanê û got, "Ez dizanim ku zarokên me yên li wê derê wê jiyana mez azad bikin. Wê rojên azad bidin me. Em ê jî her tim xwedî li rûmeta xwe Kobanê derkevin, di oxira wê de têbikoş in."
(zt)

