Li Dîcleyê ne ‘tacîzcî’ xwendekar tên cezakirin

14:22

 


Beritan Canozer-Rozerin Tekin/JINHA


AMED - Zanîngeha Dîcleyê bî tacîzên polîsan ya lî hemberî xwendekarên jin û bi pêkûtîyên rêveberiya zanîngehê tê rojevê ku xwendekarên jin ya ku ji yurdên YURTKUR'ê hatîbûn avêtin îdayê wan ew e ku ji ber pêkûtiyên  hatiye jîyandin anîne ser zîman hatîne avêtin. Xwendekaran anî zîman ku nêzî 30 jinên xwendekar ji ber li hemberî van zordestîyan  derketine jî yurdan hatine avêtin.  


 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê dîyar kirin ku heta niha çend caran acîziya xwe ya li hemberî polîsên ku di kampûsa zanîngehê de her tim digerin de anîne zîman lê ji alî  berpirsyaran tû pêşgirtinek çênebûye. Xwendekarên jin ên ku di yurda zanîngehêde dimînin jî rastî tacîzên polîsan û zordestiya rêveberiya yurdê tên. Xwendekarên jin dema van pirsgirêkên xwe tînin ser zîman bi tehdîdên ku ji yurdê werin avêtin re rû bi rû dîmînin. Xwendekaran da zanîn ku   rêveberiya zanîgehê û  yurdê li hemberî xwendekaran  polîtîqayên dewisandinê û bizdandinê didin meşandin lê ew ên bi derfetên xwe dawî li vê yekê  bînin. Xwendekarên jin ya di bin baniya Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcle'yê (DUODER)  de dî nav Meclîsa Jinên Cîwan ya Viyan Amed de rexistinkirîne diyar kirin ku wê li hemberî tacîz û hemû zordestiya bisekinin.


'Li rastî dû cûre pêkûtîyan tên'


Xwendekara bi navê Hatîce Dag ya ku li pola 2’emîn ya  Fakulteya Perwedê ya Zanîngeha Dîcleyê dîxwîne der heqê pirsgirêkên ku tê jiyandin de wiha got: “Jinên ciwan him di aliyê derûnî û hîm jî di aliyê fizîkî de rastî dû cûre pêkûtiyan tê.” Hatîce pêkûtîyên rêveberên zanîngehê û polîsan jî bî  gotinên weke 'Mirovên bindest tim  jî yên azadxwaz bî gir in' nirxand û axaftîna xwe wîha domand: ''Bi salane ev pirsgirêka tacîzê berdewam dîke û ne tenê jin hevalên me yên xort jîpir caran rastî tacîzên devkî tên. Ji ber vê yekê heta niha me gelek caran rêveberiya zanîngehê protesto kiriye, çalakî li dar xistiye lê dêleva polîsan em hatin cezakirin û deşîfre kirin. Dema çalakiyên me destpêkir hin hevalên me yên jin ku ne di yurdê da bûn jî disa  der heqê wan de lêpirsîn hat vekirin.''


'Em rastî tundiya derûnî tên'


Bêrîvan Atabey ku ew jî Pola 2’emîn ya Fakulteye Perwerdê ya Zanîngeha Dîcle yê dîxwîne der barê pirsgirêkên tê jiyandin de nêrînên xwe wîha anî zîman: “Xwendekarên jin di zanîngehê de her roj ji aliyê polîsan ve rastî tûndiya derûnî tên. Mamosteyên me jî bi sedema  tevlîbûna çalakiyan me ji dersan dihêlin. Hîn hevalên me yên ku di fakulteya îlahiyatê de dîxwinin jî ji ber ku serê xwe nagirin ji alî mamosteyan ve rastî neheqîyan tê û tên tehdîtkirin ku jî dersan neyên derbas kirin.'' Bêrîvan di dawiya axaftîna xwe de bal kişand ser giringiya  rêxistinbûyîna jinê û wîha berdewam kir: “Li hember van pirsgirêkan me Meclîsa xwe ya Jinên Ciwan ya Viyan Amed ava kir û em li vir dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em dîbêjin zanîngeh ya me ye û cîhê perwerdê ye. Mafê tû kesê tune ye vê ji destê me bîgre.”     


(ch/zt)