Jinên Îzmîrî ji Serokwezîr re gotin: 3 zarok, 5 zarok, ne zarok, çi ji te re!

09:01

 


JINHA


ÎZMÎR – Di daxuyaniya ku ji aliyê endamên Platforma Jinan a Îzmîrê ve li hemberî qanûna zarok jiberkirinê hat dayîn de, “Li min binhêre Serokwezîr, 3 zarok, 5 zarok, ne zarok, çi ji te re!” hat gotin.


Li hemberî gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, ên wekî “Her zarok jibergirtinek, Qilaban e”, nerazîbûnek jî, ji Platforma Jinan a Îzmîrê hat. Endamên Platformê, bi pankarta “Em zarok jibergirtinê nadin nîqaşkirin, bedena me ya me ye”, ji Meydana Cumhuriyetê dest bi meşê kirin, di ser Kordonê re meşiyan û li ser Kolana Alsancak Kibrisê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiya ku nêzî 400 jin beşdar bûn de, dowîzên “Hesabê komkujiya Roboskiyê bide”, “Baldar bin, patriyarka” û “Li min binhêre Serokwezîr, 3 zarok, 5 zarok, ne zarok, çi ji te re!” hatin hilgirtin. Daxuyanî, ji aliyê endama Platforma Jinan a Îzmîrê Gulîzar Aytekîn ve hat xwendin. 


Di daxuyaniyê de gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, ên wekî “Her zarok jibergirtinek, Qilabanek e” hat rexnekirin. Gulîzar anî ziman ku Erdogan hewl dide ‘Ji asêbûna di mijara komkujiya Qilabanê de’ xelas bibe’ û wiha got: “Serokwezîr Erdogan, zarok jibergirtin ku yek ji mafên herî girîng ê jinan e, kiriye hedef. Zarok jibergirtin, kuştin nîne. Qedexekirina zarok jibergirtinê, tê maneya zêdekirina mirinên jinan. Feraseta ku zarok jibergirtinê wekî kuştin dibîne, bila destpêkê, bibîne ku li Tirkiyê her roj herî kêm 5 jin tên kuştin û bila sererastkirinên ku van kuştinan asteng bikin, pêk bîne.”


Piştî daxuyaniyê jin slogana “Bedena me aydî me ye” qêriyan û diyar kirin ku dê çalakiyên xwe yên li hemberî qedexekirina zarok jibergirtinê bidomînin.


Foto: Pelîn ÎKTUEREN


(pi/hp/ho)