Li Nisêbînê mitînga ‘Ji Ocalan re Azadî’ bi meşê despêkir
15:19
JINHA
MÊRDİN – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mitîngek hat lidarxistin. Bi hezaran welatiyên bi meşê hatin qada mitîngê duruşma ‘Bijî Serok Apo’ bilind dikirin. Li qada ku alaya PKK’ê hatî hildan ciwanan fîşekên hewayî berdidan.
Mitînga kul i Nisêbînê di çarçoveya kampanyeya “Ji Ocalan re Azadi” ya ji aliyê rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Gelan ya Demokratîk (HDP) yên Nisêbînê ve hatî organîzekirin bi meşekê despêkir. Jig elek deverê derdora Nisêbînê welatiyên bi boneya beşdarbûna mitîngê hatîn bi ber derê rêxistina navçeyê kombûn. Girse ji ber avahiya rêxistina navçeyê ber bi Qada Newrozê ya ku dê lê mintîng bê lidarxistin ve ketin meşê. Din av de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, rêxistinên DBP û HDP’ê yên navend û navçeyên Mêdrînê, Meclisa dayîkên Aştiyê, aktîvîstên DOKH’ê, TUHAY – DER, MEYA – DER û KURDÎ – DER jî di navê de bi hezaran welatî ber bi qada mitîngê ve herikîn. Di meşê de li gel posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zarokên li Cizîrê hatin qetilkirin jî alayên YDG-H jî hatin vekirin. Di meşê de pankartên weke “Birêz Ocalan vîna meye, ji bo vîna me azadî”, “Li Kobanê şer heye, li Cizîrê qirkirin” û “Botan ber bi Cizîrê dimeşe” hatin qêrîn. Her wiha di meşê de duruşmên weke “Gelê Cizîrê nebitenêye”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “PKK gele gel li vêderêye”, “Bijî Serok APO” û “Tundî nikarin me bêzarbikin” hatin bilind kirin.
Girseya ku gihiştin qada mitîngê li ber dengê erbaneyê duruşma “Bijî Serok Apo” bilind kirin. Ciwanan jî fîşekên hewayî teqandin.
(zt)

