Dê di aboriyê de jî jin rolê pêşengiyê bigirin

10:58

 


Şevin Şervan/JINHA


QAMIŞLO – Saziya Aboriya Jinan ya Kantona Cizîrê ya Rojava li gel demek kine hatî avakirin jî ji bo derbasbûna zoriyên jinan bûye hêza çareseriyê. Ji Saziya Aboriyê ya jinan Silvan Viyan diyar kir ku jin bi xebatên kooperatîfan hunera xwe dibînin û baweriyê bi xwe tînin.


Xebatên kooperatîfan yên li kantona Cizirê ya Rojava despêkirî li gel xebatên xwe yên demek kin jî lig elek navendan xwe  gihandine jinan. Jinên kurd, ereb û suriyan bi xebatên kooperatîfan xwe  di gelek qadên weke ziman û çandê de birêxistin dikin. Her çendî çand cuda jî bin lê pirsgirêkên jinan hemanin. Jinan nedikirî xwe ji bin pergala deshilatiya mêran û moderniteya kaputalîst xilas bike. Di kooperatîfên hatin vekirin de jin din ava wan xebatan de hêz, vîn û hunera xwe dibînin û didin nîşandan.


Armanc; ser jinan rakirina deshilatiya mêrane


Ji Rêveberiya Aboriya Qamişlo Silvan Viyan girêdayî xetatên jinan li qada aboriya kantona Cizîrê wiha dibêje: “Xebatên me yên weke rêxistina jinan nava qada aboriyê salek berê despêkir. Weke gelek qadên xebatê yên Rojava me xwe nekarî bigihînin gelek jinan û me zorî jiyan kirin. Armanca me ya bingehîn di civakê de rakirina nêzîkatiyên jin weke cinsê duyem dîtinê û rakirina tundiya mêran ya ser jinan. Bi qasî tune bê hesibandin di kaputalîzmê de keda jinan tune tê hesibandin. Pergala kum e avakiriye jin di aliyê aboriyê de bi kesê ve girêdayî namîne. Emê xebatên wiha avabikin ku ew bikarin bi xwe ser lingê xwe rawestin.”


Emê bi xebatên xwe yên kooperatîfan bibin bersiv


Silvan diyar kir ku dê bi xebatên xwe yên kooperatîfan ji bo jinan projeyên giring avabikin û wiha got: “Emê bi komînên xwe yên nava taxan, xwe bigihînin pirsgirêkên rojane yên nava taxan de derdikevin. Kooperatîfên me yên di faliyetê de tekstîl, çandinî, tesîsatên şîr, firin û postexanene. Kooperatîfên me yên çandiniyê li Dêrik, Rêmelan, Tirbespiyê û Qamişlo hene. Kooperatîfên me yên tekstîlê; li Dêrik, Rêmelan, Qamişlo û hesekê hatine avakirin. Tesîsatên me yên şîr li Dêrik ê hatine avakirin. Firinên nan li Serêkaniyê û Amudê, postane li Amudê hatine avakirin. Li gel van jî em ji bo jinan kursên pîşeyî didin.”


Din ava civakê de cihê jinan êdî tên guherîn


Silvan anî ziman ku herî zêde jin eleqeyê nîşanî kooperatîfên çandinî û testîlan didin û wiha berdewam kirin: “Di kooperatîfa tekstîlê de 75 jin dixebitin. Di kooperatîfên dinê de jî hijmara jinan ji 25’an heya 1000’an diguhere. Di civînan de dê çî karî bikin ser nirxandin dikin û li gorî wê dixebitin. Ya dikeve ser milê me jî em jinan li hev bicivînin û nêrînên xwe bi wan re par bikin. Di nava xebatên kooperatîfan de dest bi guherîna rolê jinan yên berê nava civakê de hatiye kirin. Bi derketina pêş ya aboriyek wekhev re nêrîna civaki ya ber ser jinan jî tê guherîn. Dê jin di aboriyê de jî rolê pêşengiyê bigire.”


(zt)