'Werin Pirsûsê, ji birînên Kobaniyan re bibin derman!'
11:08
JINHA
RIHA - Xebatkarên dildar ên ji zanîngehên Çukurovayê û Bogazîçîyê hatine Pirsûsê bang li xwendekaran kirin ku di betlaneya somestrê de bên Pirsûsê û ji birînên welatiyê Kobanê re bibin derman.
Xebatkarên dildar li Pirsûsê hewl didin alîkariyê bidin welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mane cih û warê xwe bi terikînin û hatin herêmê bi cih bibin. Ji van xebatkarên dildar Sevdet Acar û Merve Ceyhan piştî betlaneya somestrê hatin Pirsûsê. Xebatkara dildar a ji Zanîngeha Çukurovayê Sevdet Acar di konbajarê Şehîd Gelhat de dixebite û diyar kir ku ji bo welatiyên Kobanê hatiye Pirsûsê. Sevdet da zanîn ku bi hezaran welatiyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyane û hatine Pirsûsê û benda alîkariyê ne. Sevdet destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ketiye meha 5'an û coşa welatiyên li konbajarê Şehîd Gelhat her ku diçe bilind dibe.
'Werin Kobanê û êşa welatiyê Kobanê parve bikin'
Sevdet bi lêv kir ku her çiqas li Kobanê şerekî dijwar heye jî li Pirsûsê jî ji bo jiyana xwe bidomînin şerê jiyanê heye. Sevdet diyar kir ku divê her kes li gelê Kobanê xwedî derkeve û wiha got: "Di serî de ez bang li xwendekaran dikim. Pêdiviya me bi wan heye. Ez jî ji Çukurovayê hatime. Çi ji destên me tê em dikin. Ji bo êşa welatiyên Kobanê bi wan re parve bikin û ji bîrênên wan re bibin derman divê herkes were Pirsûsê. Ev kampa em niha lê ne nû tê avakirin û pêdivî bi xebatkarên dildar hene. Hin konên me nîvî nehatine vegirtin. Divê demildest hemû bên vegirtin. Ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve jî pêwîstî heye."
'Êrîşa leşkeran a li hemberî wargehê'
Sevdet da xuyakirin ku dewlet di serî de astengiya derdixin, her tim ceryanê digirin û leşker her tim êrîşî konbajar dikin. Sevdet da zanîn ku dewlet ji bo wan birevînin her tiştî dike û wiha axivî: "Dewlet dixwazin wan bikşînin konên AFAD'ê. Lê welatiyên me yên Kobanê ji AFAD'ê direvin tên cem me. Dibêjin em naxwazin biçin ên AFAD'ê. Her wiha welatiyên Kobanê di bin xetereya dewletê de ne û hatine çavtirsandin."
'Ji bo bo welatiyên Kobanê bila her kes seferber bibe'
Xebatkara dildar a bi navê Merve Ceyhan jî ji Zanîngeha Bogazîçiyê ya Stenbolê hatiye û li konbajarê Şehîd Gelhat li depoya cil û bergan dixebite. Merve anî ziman ku divê ji bo welatiyên Kobanê her kes sefer bibe û ev tişt got: "Ez ji bo wijdanê xwe û bi biryara xwe hatim. Divê her kes berê xwe bide vê derê. Zarokên Kobanê di nava şert û mercên zivistanê de dijîn. Ne wexta li malê rûniştinê ye. Çi ji destê kê tê divê bike. Ez niha li di depoya cilan dixebitim. Em wan dikin paket û li malbatan belav dikin. Lîsteya malan li cem me heye û kêmasiya kîjan malbatê hebe em diçin bi destên xwe didin wan."
(kom/zt)

