Atolyeya Emekçî keda jinên kobanî ya hevpar e

11:15

 


JINHA


RIHA  - Jinên kobanî, li Atolyeya Jinan a Emekçî ya li wargeha Kader Ortakaya, jiyana xwe ya li Kobanê didomînin. Aysel Borak a li atolyeyê bi dildarî karê dirûtinê dike, bang li her kesî kir ku bên Pirsûsê û wiha axivî: "Dem dema hînkirina jinên bi huner in."

Jinên Kobaniyî yên bi Şoreşa Rojava re qada xwe ya jiyanî berfireh kirin, ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar man derbasî Pirsûsê bibin û jiyana xwe li vir dewam dikin. Jinên ku li atolyeyeke bi navê Atolya Jinan a Emekçî ya li wargeha Kader Ortakaya dixebitin, dema xwe bi dirûtinê derbas dikin û ji zarokên xwe re kincan didirûn. Aysel Borak a li atolyeyê bi dildarî li gel jinên kobanî karê dirûtinê dike anî ziman ku atolye beriya niha hatibû avakirin, lê nedihat xebitandin û diyar kir ku koma beriya wan xebat daye destpêkirin, wan jî li cihê nîvco maye dewam kirine.

Hewl didin psîkolojiya şer ji ser jinana bavêjin

Aysel da xuyakirin ku ew karê dirûtin û bikaranîna makîneyê hînî jinan dikin û wiha axivî: "Berhemên me afirandin, li zarokên li wargehên Suphî Nejat û Kader Ortakaya belav kirin. Em ê niha ji bo jinên ciwan kincan bidirûn." Aysel ragihand ku ew dixwazin bi bikaranîna berhemên xwe re hilberînê zêde bikin û wiha pê de çû: "Armanca me ew e ku em jinên li vê derê ji psîkolojiya şer dûr bixînin û tevlî hilberînê bikin."

Aysel diyar kir ku divê ji bo zarokan jî xebat bê meşandin ku ji psîkolojiya şer bên dûrxistin û da zanîn ku ew hewl didin berê zarokan bidin xebatên hunerî. Aysel da xuyakirin ku zarok bi tena serê xwe tiştekî nakin û wiha berdewam kir: "Ji ber zexta bi salan, li benda rênîşandanê ne, lewma em hewl didin bidin pêşiya wan. Pîşeya min a esasî dirûtin nîne. Ez muzîsyen im, lê belê xebatek ji bo jinan bi xweşiya min diçe. Ez xebatên çand û hunerê jî dikim û li ku derê kêmasî hebe, hewl didim weke dildarekê wir dagirim."

'Divê herkes bên vir'

Aysel bi van gotinan bang li herkesî kir: "Weke dildar li benda her kesî me. Li vir gelek kar hene divê werin kirin. Zarokên me li benda perwerdeyê ne. Gelek zarok û jinên me yên bi huner hene û em dixwazin vê rewşa kêrhatî baş bikar bînin. Kî çi bike wê kêfxweş bibe û çiqasî pêwîst be em ê ewqasî bimînin. Divê her kes biherike vê derê." 



Pêldîn Mistefa ya li Atolyeya Dirûtinê ya li wargeha Kader Ortakaya tevlî kar dibe ev tişt anî ziman: "Vebûna van konan, serê me jinan hinekî sivik dike. Rûniştina li nava konan me aciz dikir, lê belê vebûna konê jinan ji bo me gelekî baş bû." Pêldîn Mistefa anî ziman ku her çend ew li atolyeyê kêfxweş bin jî, daxwaza wan a herî mezin vegera Kobanê ye û dixwazin tiştên li atolyeyê hîn bûne bi rewşa xwe ya herî bedew li Kobanê dewam bikin.

(zt)