Berxwedana Kobanê pêşde diçe
11:31
JINHA
KOBANÊ - Hêzên YPG’ê li eniyên berxwedanê yên bajarê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encama çalakiyê de 24 çete hatin kuştin û du kolanên din ji çeteyan hatin paqijkirin. Her wiha gelek cebilxane hate desteserkirin.
Li gorî agahiyên ANHA’yê hêzên YPG’ê û YPJ’ê şevê din li eniyên berxwedanê ya başûrrojhilatê bajarê Kobanê çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê lidar xistine. Di encama çalakiyê de 22 çete hatin kuştin û du kolan bi temamî ji wan hatin paqijkirin. Piştî ku kolan ji çeteyan hatin paqijkirin hêzên YPG’ê li vir miqdareke cebilxaneya çeteyan desteser kir ku ji wê 12 mayîn hebûn.
Li aliyekî din hêzên YPG’ê li devera di navbera gundên Elbûr û Menazê yên eniya rojavayê bajêr çalakiyek li dar xist û di encama vê çalakiyê de jî 2 çete hatin kuştin.
(zt)
