Jinan bi YPJ'ê hêza xwe nîşanî herkesî dan
11:39
JINHA
RIHA - Jinên kobanê dan xuyakirin ku bi rêxistinbûyîna YPJ'ê re dawî li jiyana dîlgirtî, koledariyê hatiye, jin bûne xwedî vîn, mîsyon û gotin û ev tişt anîn ziman: "Li dijî gotina 'jin nikare xwe biparêze' ya mêrên li Kurdistanê, têkoşîna Kobanê û Rojava hêza jinê îspatî tevahiya cîhanê kir."
Şervanên YPJ'ê, di berxwedana Kobanê ya ket roja 131'an de bi mîsyona xwe ya pêşengiyê re ji tevahiya jinên cîhanê û mirovahiya pêşverû re bûn mînak. Vahîde Ahmed Cemal a li Wargeha Arîn Mîrkan, behsa guhertina bi rêxistinbûyîna YPJ'ê ya li Kobanê re derket holê kir û destnîşan kir ku piştî YPJ hat Kobanê jiyan ji bo jinan bi temamî guherî. Vahîde ev tişt anî ziman: "Beriya YPJ'ê jinên me nikarîbûn derkevin derveyî malên xwe. Tevlîbûna li nava refên YPJ'ê yan jî PKK'ê şaş dihat fêmkirin. Lê belê YPJ'ê ev têgihiştin bi temamî guherand."
'YPJ'ê navê jinan li cîhanê belav kir'
Vahîde diyar kir ku mêrên 2-3 caran zewicîn, bi saya diyalogên YPJ'ê dest ji vê rewşê berdan û hurmet nîşanî hevserên xwe dan û destnîşan kir ku bi saya YPJ'ê jinan mîsyona xwe ya pêşengiyê dîtin. Vahîde da zanîn ku di salên beriya niha de ji her gundê yek an jî 2 jin tevlî refên PKK'ê dibûn, lê belê bi hatina YPJ'ê re ev hejmar zêde bûye û wiha pê de çû: "Jinên me yên li nava refên YPJ'ê cih digirin, bi çekên li milê xwe namûs û axa me diparêzin. Ereb bi xwe jî piştî têkoşîna YPJ'ê tevlî têkoşînê bûn. Haya tevahiya cîhanê îro ji YPJ'ê heye û behsa wan dike. Em bi têkoşîna wan re serbilind in."
'YPJ'ê jiyan guherand'
Newroz Omer a li wargeha Rojava dimîne anî ziman ku piştî YPJ ket nava Kobanê her tişt hatiye guhertin, jin bûye xwedî mîsyon û destnîşan kir ku YPJ'ê hîn kir ku dema jin bixwaze dikare her tiştî bike, xwedî vînekê ye û dikare vê bikar bîne. Newroz wiha axivî: "YPJ'ê ji tevahiya cîhanê re îspat kir ku li Kobanê ti cudahî di navbera jin û mêr de nîne. Em jin îro gelekî baş dizanin ku ji mêran bêhtir em dikarin karên gelekî mezin bi ser bixin. Bi YPJ'ê re em dikarin bi serbilindî bigerin û êdî ji tiştekî em natirsin."
'Jin bûn xwedî hêz'
Medya Omer a li wargeha Arîn Mîrkan dimîne diyar kir ku berê jin mîna koleyan dihat dîtin û wiha got: "Jin dema dizewicî û rastî şîdeta hevserê xwe dihat, kesî nekarîbû tiştekî bike. Zilma herî mezin li jinê dihat kirin. Li Kobanê mêr dikarîbûn çend caran bizewiciyan û kesî jî nikarîbû tiştek bigota. Nikarîbû bigota 'tu nikare hewiyê bîne'. Ji ber ku wê li derve bi çavekî nebaş bihata dîtin." Medya anî ziman ku jinên ciwan dema dihatin 15-16 saliya xwe ya bi pismam an jî bi kurê xalê xwe re dihatin zewicandin û destnîşan kir ku bi hatina YPJ'ê re ev hemû hatin guhertin.
'Jin bi YPJ'ê rêxistiniya xwe xurt kirin'
Medya bilêv kir ku bi hatina hêzên YPJ'ê re rêxistinbûyîneke xurt derket holê û haya jinan ji mafên xwe çêbû. Medya destnîşan kir ku YPJ'ê biryar daye ku mêrek zêdeyî jinekê nikare bizewice û wiha berdewam kir: "Me jinan dest bi perwerdekirina hev kirin û bi saya YPJ'ê me xwe bi pêş ve xist. Mîna ku jin nikarin rahêjin çekê nikarin şer bikin dihatin dîtin. Lê YPJ'ê ev têgihiştin hilweşand û li tevahiya cîhanê deng veda. Haya me jinan êdî ji azadî, maf û vîna xwe heye û em ê vîna xwe êdî teslîmî kesî neke."
'Jin bûn pêşeng'
Ji mêvanên wargeha Arîn Mîrkan Medya Osman jî bal kişand ser rola pêşengiya jinên kurd di Şoreşa Rojava de û ev tişt vegot: "Bi saya mîsyon û qîmeta Rêber Apo da jinê, jinan rola xwe ya pêşengiyê nîşan dan." Medya anî ziman ku jin berê li Kobanê weke dîlgirtiyan dihat dîtin û axaftina xwe wiha domand: "Piştî ku YPJ hat, mîsyona esîl a jinê hat bibîranîn. Piştî vê bîranînê jinan dest bi rêxistinkirin û perwerdekirina hev kirine. Li gel gotina 'Jin nikare xwe biparêze' ya hemû mêrên li Kobanê û tevahiya Kurdistanê, di têkoşîna li Kobanê û Rojava de jinan hêza xwe îspat kirin. Têkoşîna Kobanê û Rojava têkoşîna jinê ye û êdî tevahiya cîhanê dizane ku jinên kurd fedekar in."
(zt)

