Ji bo jinên koçber ‘Jinên Sînornenas’
12:26
Dilan Karamanoglu - Mizgin Tabu /JINHA
STENBOL – Jinên Sinornenas girêdayî tundî û newekheviya ser jinên koçber li Tirkiyê tê kirin xebatên xwe birêvedibin. Ji koma Jinên Sînornenas Reyhan Topal diyar kir ku jinên koçber gaspa muçe, êrîşên zayengî û gelek bûyerên wiha tên, ew jî ser van xebatên xwe dimeşînin.
Jinên Sînornena yên ku ser zoriyên jinên koçberên li Tirkiyê dixebitin di havîna sala 2012’an de çend jin hatine gel hev û wiha hat avakirin. Ji dema ku dest bi xebatê kirine heya niha xebatên xwe bi awayê cuda ser înternetê jî berdewam dikin. Ji koma Jinên Sînornenas Reyhan Topal girêdayî pirsgirêkên jinên koçber dijîn nirxandin kir.
Reyhan wiha axivî: “Em ji jinên ji derveyî sînorên dewletê ji bo jinan xêzkirine tevdigerin re jinên sînornenas dibêjin. Ji bo bisazîbûnê pêdivî bi xebatên şînber hene. Niha karek wiha nîne. Ji ber jinên xwediyê pîşeyên cuda di nava vê xebatêdenin.”
Reyhan bilêv kir ku ew din ava jinên rêxistinên jinan û jinên saziyên civakî de cîh digirin civînan çêdikin û wiha domand: “Di vêmijarê de divê çî bêkirin. Gelek bûyerên şidet û gaspirina keda jinan heye. Ji bo em hinekî van bûyeran bidîn dîtin û bihîstin me li gel gelek jinan bihev kirin. Bi vî awayî me dest bi xebatên xwekir.”
‘Li bajarên cuda xebatên me hen’
Reyhan anî ziman ku li bajarên cuda xebatên wan berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Hevalên me yên ji vêderê diçin bajarên cuda dixebitin jî hene. Dema kul i wî bajarî tuştek hebe em bi riya hevalên xwe digihin wan agahiyan. Hem jî bi riya nasan em xwe digihînin hinek bûyeran.”
(zt)

