Ligel tacîza leşkeran berxwedana Kobanê hat silavkirin
12:29
JINHA
RIHA - Welatiyên li ser sînorê Kobanê xwestin berxwedana dîrokî ya Kobanê bi zincîra mirovan silav bikin ji aliyê leşkeran ve bi wasayîtên zirxî hatin tacîzkirin. Ligel vê tacîza leşkeran welatiya berê xwe da Kobanê û bejna xwe tewandin.
Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 131'an de dewam dike. Welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Miseynter û Mehserê nobeta berxwedanê digirin û ji bo asteng kirina derbaz bûna çeteyan li ser sînor di berxwedanê de ne. Çalakiya nobetê ya li ser sînor her roj bi tevlî bûnên nû dewam dike. Bi sedan welatiyê li gundê Miseynter û Mehserê hatin cem hev bi zincîra mirovan berxwedan şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. Welatiyên li gundê Miseynterê destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê, di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê, KCK'ê hatin rakirin. Di çalakiyê de xwendekarên dibistana seretayî tevlî çalakiyê bûn.
Bi sedan welatiyê li ser sînorê Kobanê li gundê Mehserê xwestin berxwedana dîrokî ya Kobanê bi zincîra mirovan silav bikin ji aliyê leşkeran ve bi wasayîtên zirxî hatin tacîzkirin. Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê çalakvanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana YPG, YPJ, HPG û YBŞ’ê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê/Şengalê” hatin berzkirin.
Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê ya li herdu gundan dest bi paqijiya derdorê kirin.
(zt)

