Li kantona Cizîrê yekem Meclisa Ciwanan

13:59

 


JINHA


AMUDÊ - Piştî avakirina komînên nava bajêr, ciwanan yekemîn meclisa xwe avakirin.


Bi armanca avakirina Meclîsa Gişti ya Ciwanan li bajarê Amudê yê Kantona Cezîrê, îro saet 10.00’an li navenda Ciwanên Şoreşger civînek ji bo komînên ciwanan hat li darxistin. Di civînê de gelek mijarên weke rewşa pêvajoyê, rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn û her wiha rola ciwanan din ava şoreşa Rojava de hatin nirxandin.


Di dawiyê de jî ciwanan hevserokên xwe yên Meclisa Giştiya Ciwanan hilbijartin.


(zt)